Zarokên şewitîn hevdu hembêz kiribûn 2016-11-30 11:22:50 EDENE- Li navçeya Aladagê duh bi şev di şewata derketibû e 11 xwendekar û mamosteyekî jiyana xwe ji dest dabû, 22 xwendekar jî bidîndar bûbûn. Zarokên ku jiyana xwe ji dest dan hin ji wan hevdu hembêz kiribûn. Li navçeya Aladagê ya Edeneyê li waregeha xewnedekaran a li taxa Sînanpaşayê duh êvarê şewat derket. Li waregeha ku 34 xwendekar lê diman hate îdiakirin ku aydî cemaeta Suleymaniyan e û 11 xwendekar û mamosteyek bi temamî 12 kesan jiyana xwe ji dest dan 22 xwendekar jî bi birîndarî xilas bûn. Hin xwendekaran xwe ji pencereyan avêtin û bi vî rengî xilas bûn. Xwendekarên ku xwe ji pencereyan avêtin hin deveren bedena wan şikest û rakirin nexweşxaneyan. Rayedaran diyar kirin ku xetereya jiyanê ya xwendekaran tuneye. Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin 6 xwendekarên ku birîndar bûne anîne Nexweşxaneya Dewletê ya Kozanê û li vir tên dermankirin. Dermankirina xwendekarên birîndar berdewam dike û xizmên xwendekaran jî hatin nexweşxaneyê. Navên xwendekarên ku anîn nexweşxaneyê wiha ne: “Yasemîn Kara (13), Hafîze Sultan(12), Seda Topbaş(12), Şule Altun (11), Emîne Pertlek (12) û Nefîze Sarikaya(14).” CENAZE TENÊ BI AMBULANSEKÎ VE BIRIN Ekîbên îtfaiyeyê ya Aladag û Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê, Midûriyeta Daristanan a Edeneyê mudaxaleyî şewatê kirin, Piştî 3 saetan şewat hat kontrolkirin. Ekîban cenazeyê 8 xwendekaran ji avahiyê derxistin û cenazeyê mamoste û 3 xwendekaran jî li qatê duyemîn ê avahiyê dîtin. Cenaze ji bo otopsiyê birin saziya tiba edlî. Balkêş e caneza bi ambulansekî ve birin. Hat gotin ku şewat ji ber qontaxa li trafoyê derketiye, xwendekarên di qatê binê de xilas bûne yên derketine jor jiyana xwe ji dest dane. DEMA KU QATÊ TEXTÎN ŞEWITÎ HILWEŞIYA Serokê Adireya Îtfaiyeyê ya Edeneyê Fatîh Durukan diyar kir ku li gorê tespîtên ewil, şewat ji ber qontaxa ceryanê derketiye. Hate gotin ku hundirê avahiyê textîn e, erd jî bi xaliçeyê ve hatiye girtin ji ber vê yekê jî şewat di demeke kin de belav bûye. Şaredarê Aladagê Mustafa Alpgedîk jî anî ziman ku şewat li qatê binî derketiye di demeke kin de belav bûye ji ber ku qatê sêyemîn textîn bûye şewat mezin bûye, ji ber ku qatê textîn şewitiye jî ban hilweşiyaye. MIFTE LI CEM MAMOSTEYA JIYANA XWE JI DEST DA BÛ Şaredarê Bajarê Mezin a Edeneyê Huseyîn Sozlu jî anî ziman ku ji ber nerdiwenên şewatê kilît bûye nekarine vekir û wiha got: "Nerdiwenên şewatê ji hundir ve kilîtbûye. Xwendekar nekarîne derkevin." Sozlu diyar kir ku mifte bi mamosteya ku jiyana xwe ji dest dabû bûye. Waliyê Edeneyê Mahmut Demîrtay jî anî ziman ku li waregehê 34 xwedekar hebûne û şewat ji ber qontaxa ceryanê derketiye. Piştî şewatê Alîkarê Serokwezîr Veysî Kaynak, Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê Fatma Betul Sayan, Alîkarê Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Orhan Erdem hatin Edeneyê. Wezîr bi riya bejahiyê derbasî Aladagê bûn.