Nivîskarê kurd Cîhanferd û hevalê wî Baladah tehliye bûn 2017-04-20 19:46:51 MÊRDÎN - Nivîskarê kurdê yê ji Îranê Jiyar Cîhanferd û hevalê wî Hassan Baladah ên li Girtîgeha Tîpa e ya mêrdînê dihatin ragirtin, hatin tehliyekirin. Nivîskarê kurdê yê ji Îranê Jiyar Cîhanferd û hevalê wî Hassan Baladah ên di 3'yê Çileya 2017'an de dema ku wêneyên tabeleya Şaredariya Mêrdînê ya çarzimanî dikişandin, hatin binçavkirin û piştî 22 rojan bi hinceta "Endamtiya rêxistinê" hatin girtin, îro li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê rûniştina yekemîn a darizandina wan çêbû. Nivîskarê kurd Cîhanferd ê ji bajarê Kirmanşayê yê Îranê ye tevî hevalê xwe yê xwendekara Baladah, di rûniştina ewil a dozê de hatin tehliyekirin.