Jiyaneke di oxir û sefera aştiyê de: Celile Ozen 2017-04-21 09:11:40 MÊRDÎN - Hevalên Dayika Aştiyê Celile Ozen a ku li gel hemû zor û zehmetiyan jî, tu carî dev ji têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê berneda û di 48 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da, behsa wê kirin. Feyruz Ozgun wiha got: "Ji bo aştiyê ketibû rê û tu carî ji wê riya xwe venegeriya. Em ê jî tim bimeşin." Dayika Aştiyê Celile Ozen, çend roj berê dema li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşaragîlê ya Amedê tedawî dibû û jiyana xwe ji dest da, li pêyî xwe têkoşîneke zexm a ji bo aştiyê hişt. Ozen a ku di sala 1969'an de li gundê Dengiza yê Stewra Mêrdînê hat dinyayê, di temenekî biçûk de tê zewicandin. Ozen a ku di 12 saliya xwe de tê zewicandin, piştî demekê tevî malbata xwe koçî Îzmîrê dike û li vir di nav di nav xebatên siyaseta kurd de cih digire. Di sala 1991'ê de dayika 7 zarokan Ozen biryarê dide ku vegere gundê xwe û ji ber di sala 1992'yan de gundê wan ji aliyê leşker û cerdevanan ve tê şewitandin, dubare koç dike. Vê carê Ozen li navenda Mêrdînê bi cih dibe û li vir xebatên xwe didomîne. Dema ku di 15'ê Sibata 1999'an de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tînin Tirkiyeyê, keça Ozenê tevlî PKK'ê dibe û pişt re Ozenê jî do nav xebatên Dayikên Aştiyê de cih digire. Ozen, heta demeke dirêj berdevkiya Mevlîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê kir. li gel hemû binçavkirin û çewisandinan jî tu carî bi paş ve gav neavêt û riya xwe domand. 'EM JÊ HÎNÎ GELEK TIŞTAN BÛN' Mehmet Ozen ê ku dema behsa diya xwe dike û hestiyar dibe, diyar kir ku di dema serdegirtinên gund de tim dihat binçavkirin. Ozen, anî ziman ku piştî gundê wan hat şewitandin tiştek di dest wan de nemaye û got, dema ew koçî Mêrdînê bûn herî zêde dayika wî piştevaniya wî kiriye. Ozen, dest nîşan kir ku ew ji bendika dil nebûna diya xwe hîs dike û wiha axivî: "Tu carî ji têkoşîna xwe bi paş ve gav neavêt. Tim di xebatên li nav taxê de cih digirt. Di her warî de piştevaniya me dikir. Ji bo zarokên xwe her tiştî dikir. Em jê hînî gelek tiştan bûn. Ji ber dayikeke me ya wisa heye em pir bi siûd in û serbilind in. Gelek caran hat binçavkirin, gelek doz lê hatin vekirin, lê tu carî dev jê berneda. Bi biryardarî têkoşîna xwe domand. Em ê jî vê mîrateya wê bidomînin." ‘HÊZÊ DIDA' Kurê Ozen ê biçûk Kendan Ozen jî, dest nîşan kir ku dayika wî tim jê re digot "Reşê min" û got, ruhê dayika wî yê şoreşger zaf bandor lê kiriye. Ozen ê diya xwe wek "mamosteya xwe" dibîne wiha behsa wê kir: "Hêza diya min quwetê dida me. Neçûbû dibistanê, lê her tiştî fêm dikir. Roja Newrozan diya min li herî pêş bû. Tu carî ji merasîmên cenazeyên şehîdan nedima. Diya min di xebatên partiyê de bêtir xwe nas kir. Hin şevan zaf dereng dihat. Carinan em sibehê radibûn ku diya me ne li malê ye. Hin rojan me xwarina wê çêdikir. Carinan em ji ber xwarina heman xwarinê aciz dibûn, me ji diya xwe re digot xwarinên din ji me re çêbike. Diya min digot, 'li cem we her tişt heye, lê bi sedan arokên min rojên xwe bi arvan, rûn û hêkan derbas dikin.' Li mala me du kes hebûn ku rê li ber me dixistin. Yek jê jiyana xwe ji dest da, yek jê jî hîn sax e. Ji bo bîranîna diya me em ê tu carî ji riya wê venegerin. Xeyala diya min tim Kurdistan bû." 'QET JI RIYA XWE VENEGERIYA' Ji Dayikên Aştiyê Feyruza Ozgun jî, diyar kir ku ew û Ozenê cîranê hev û hevrêyên hev bûn. Ozgun a bi dengekî lerzok behsa hevala xwe Ozgunê kir wiha axivî: "Tu carî dilê kesekî nedihişt. Ji xebatan qet nedima. Niha nebûna wê ji bo me valahiyeke mezin e. Carinan min nikaribû tevlî xebatan bibim, lê ew diçû. Em ê jî wek Celîleyê her tim doza aştiyê bikin. Ji bo zarok nemirin, şer biqede û aştî çêbibe em dixebitin. Ji bo aştiyê ketibû rê û tu carî ji wê riya xwe venegeriya. Em ê jî tim bimeşin."