Girtiyên nexweş ancax 3 hefte şunde dibin nexweşxaneyê 2017-04-21 09:16:14 NAVENDA NÛÇEYAN - Li girtîgehan, binpêkirinên mafan û çewisandin her diçe zêde dibin. Hat diyarkirin ku, ji bo nexweşxaneyê sewqkirina girtiyên nexweş, ancax piştî 3 hefteyan şûnde tê kirin û her wiha hat gotin ku, di dema sewqkirinên ji bo dadgehan jî girtî tên derbkirin û şidet li wan tê kirin. Li girtîgehan, li dijî girtiyan çewisandin û binpêkirinên mafan her diçe zêde dibin. Girtiyên ku name şandin, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ragihandin û balê kişandin ser muameleyên kêfî. Girtiyê bi navê Aziz Alp ê li Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa T a Bandirmayê tê ragirtin, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Alp, diyar kir ku di 12'ê Nîsanê de dema wan ji bo dadgehê birin, ew û girtiyên bi navê Nihat Malgaz û Delil Ufak rastî muameleyên nebaş hatine. Alp dinameya xwe de wiha diyar kir: "Dema me birin dadgehê, em bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû man. Îşkenceyek ku berê hatiye plankirin li me kirin. Li ber derî xwestin bi zorê ji paş ve destên me kelepçe bikin. Em li dijî vê derketin. Me xwest, ne li paşê li li pêş destê me kelepçe bikin. Lê bêyî ku guh bidinê, leşker êrîşî me kirin. Îşkenceyeke fizîkî li me kirin. Qirikên me hatin jidandin, ji paş ve jî bi pehîn û kulman li me dan. Bi zorê destê me ji paş ve kelepçe kirin û em birin dadgehê. Li vir jî îşkence û derbkirin domiya. Dema me dibirin girtîgehê jî, heman îşkence û çewisandin domandin. Bi zorê kincên li ser me derxistin. Bi cilên bin em birin odeyên me. Her ku diçe îşkence û çewisandin zêde dibin." LI GIRTÎGEHA YENÎŞEHÎRÊ PIRTÛK HATIN QEDEXEKIRIN! Filiz Gencer a ku ji Girtîgeha Jinan a Yenîşehîra Bûrsayê name şand, anî ziman ku kirîna pirtûkan an jî pirtûkên malbat dişîne hatine qedexekirin. Gencer wiha bang li raya giştî kir: "Dengê xwe li dengê me zêde bikin." LI XARPÊTÊ TEDAWIYA GIRTIYAN TÊ ASTENGKIRIN Dilşad Şengul ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê tê ragirtin jî, nameyek şand û di nameya xwe de binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Şengul, diyar kir ku li paş qawîşa ku jinên girtî lê dimînin, kesên endamên cemaeta Gulen tên ragirtin û ev kes wan nerihet dikin. Şengul, ragihand ku ev kes bi sêv, pîvaz, nan û hwd. êrîşî wan dikin û got, ev girtî bi Sirûda Îstiklalê û dirûşmeyên bi naveroka xwe olî ne dixwazin provakasyonan derxînin. Şengul wih got: "Li dijî vê rewşê îdareya girtîgehê tu tiştî nake. Berkesê wê, piştevaniya wan dike. Mirov nikare bêje ku dê di rojên pêş de tiştên cuda navêjin." Şengul, dest nîşan kir ku tedawîkirina girtiyên nexweş tê astengkirin û wiha ev tişt ragihandin: "Dermanên bê eleqe didin me. Mînak, ji bo hevaleke ku nexweşîna mîgrenê pê re jeye, ji dêvla ku dermenê mîgrenê bidin, 'Aferîna' ku bi kêrîsermayê tê didin. Gelek rewşên wis atrajîkomîk hene. Muayeneya fizîkî tune ye. Sewqkirina nexweşên lezgîn, piştî 3 hefteyan ancax tê kirin. Wek hincet jî, zêdebûna hejmarê didin ber me û dibêjin 'li benda dora xwe bin.'"