'Binçavkirina kesên encama referandumê rexne dike dijhiquqî ye' 2017-04-21 09:17:11 ENQERE - Piştî referandumê kesên encama referandumê îtîraz dikin û dengê 'Erê' ne rewa nîşan didin tên binçavkirin. Hiqûqnasan diyar kirin ku binçavkirinên bi vî rengî li dijî zagon û hiqûqê ye. Rêxistina Hevkariya Ewlehiya Ewrropa (RHEE) diyar kir ku referandum li gorî pîvan û rêgezan pêk nehat û xwest deng ji nûve bên jimartin. Bertek û şermezarkirina encama referandumê jî li kolanan didome. Bi sedan kesên encama referandumê şermezar kirin hatin binçavkirin. Li Stenbolê 2 roj berê 38 kesên encama referandumê şermezar kirin hatin binçavkirin. Edîtorê sendika.org ku di 2 salên dawî de 31 car malpera wan hat asteng kirin Rojnameger Ali Ergin Demirhan hat binçavkirin. Li navçeya Dihê ya Sêrtê 16 endamên HDP’ê yên berpirsiyarê sindoqê hatin binçavkirin. Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Burcu Çelik ji ber îhlalên hilbijartinê parve kirin hat binçavkirin û hat girtin. Parêzerê Daîreya Malên Gel Sercan Aran, anî ziman ku sedema kesên hatine binçavkirin ji ber ku dengê "Erê" yên ji sindoqan derketine nerewa nîşan dene ye û wiha got: "Lê tiştekî wisa di hiqûqê de tune ye. Îtîraz mafê her kesî ye. Ev nabe sorkirina dijminantiya gelan. Hem li gorî azadiya raman û îfadeyê û hem jî li gorî azadiya çapemeniyê divê rastiyan ji civakê re ragihîne. Ev maf dijberiyê sor nake. Li vir tu sûc tune. Li cihê ku sûc tune be wekî sûc heye nîşan didin." Prz. Aran, anî ziman ku sucdariya sorkirina kîn û nifrîna civakê ne sûcê girtinê ye û wiha got: "Sînorê herî jor yê vî sûcî 3 salin. Lê li gorî hiqûqê razandina vî sûcî tune ye. 3 salan ceza bigirin jî di asta infazê de razana wê tune ye. Rejîn bi vî rengî dixwaze xebata "Na" û kesên "Na" dipareze wekî dijzagonî nîşan bide û sûc nîşan dide. Îktîdar dibêje "Ger hûn li dengê xwe xwedî derkevin hûn dê bedela wê bidin." Prz. Aran, destnişan kir ku hikûmetê di pêvajoya referandumê de her dem zext li xebatên partiyên siyasî yên xebatên "Na" dimeşîne kir û her dem xwest vê xebatê dijzagonî nîşan bide. Aran, bilêv ku gelek kesen xebaten "Na" meşandin hatin girtin û niha jî yên îtiraz dikin binçav dikin û dixwazin "Na" dijzagonî û ne rewa nîşan bidin û wiha got: "Hefteyek berî referandumê komek eniya "Erê" li Okmeydani êrîşi koma xebatên "Na" dimeşîne kirin. Di êrîşê de 4 endamên Malên Gel hatinr girtin. Hem 4 kes darp kirin û hem jî girtin. Beriya referandumê jî û piştî referandumê jî zextên li ser eniya "Na" bê navber berdewam dikin. Hem em hiqûqnas û hem jî Daîreya Hiqûqê ya Malên Gel di xebatên "Na" de bi dehan caran em hatin asteng kirin. Lê tevî hemû astengiyan encamek muhîm derket." Aran, herî dawî anî ziman ku îktîdar di nava krîze de ye û ji ber nikare vê krîzê derbas bike êrîşî der û dorê xwe dike. Aran, da zanîn ku li şûna krîza siyasî û aborî çareser bike kesên bertekên xwe tîne ziman dengê wan ditepisîne.