Bedîrxan li sirgunê nivîsand şopdarên wî li girtîgehê dinivîsînin 2017-04-21 09:55:10 AMED - Li ser weşandina rojnameya Kurdistan a li sirgundê 119 sal derbas bû lê pêkûtiyên li ser rojnamgerên kurd bi dawî nebû. 45 rojnamgerên kurd Rojna Rojnamegeriya Kurdî li girtîgehê pêşwazî dikin. Li ser weşandina rojnameya Kurdistan a li paytexka Misrê Qehîreyê di 22'yê Nîsana 1898'an de ji aliyê kurê Bedîrxan Beg, Mîkdad Mîdhat Bedîrxan ve 119 sal derbas bû. Lê ligel evqas sal darbas bû jî pêkûtiyên li ser rojnamgerên kurd bi dawî nebû. 45 rojnamegerên kurd 22'yê Nîsanê ku wekî Roja Rojnamegeriya Kurdî tê qebûlkirin li girtîgehê pêşwazî dikin. Li gorî daneyên Însiyatîfa Rojnamegerên Azad bi 45 jê xebatkarên çapemeniya azad 166 rojnamger di girtîgehê de ne. Ji wan 9 rojnamger jî nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi KHK'ê ve hate girtin in. Ligel ku salek derbas bûye jî îdianameyên gelek ji wan nehatiye amadekirin. Nûçegihaneke DÎHA'yê jî ji ber cezaya wê hatiye erêkirin di girtîgehê de ye. Abdulkadîr Turay li navçeya Stewrê ya Mêrdînê di 5'ê Gulana 2016'an de ji mala xwe hate binçavkirin, di 6'ê Gulana 2016'an de bi îdiaya "alîkarî daye rêxistinê" hate girtin. Nêzî 11 meh in girtî ye, li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ye hê îdianameya wî nehatiye amadekirin. Midûrê Nûçeyan a DÎHA'yê Omer Çelîk ji ber têkîldarî mailên ku Redhackê yên Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê Berat Albayrak weşandibû, nûçe çêkir di 25'ê Kanûna 2016'an ji mala xwe bi derbkirinê hate binçavkirin, birin Stenbolê. Çelîk 24 rojan di bin çavan de ma û pişter hate girtin ew şandin Girtîgeha Tîpa L a Sîlîvriyê. Çelîk ê bi "endamtiya rêxistinê" tê sûcdarkirin îdianameya wî hê nehatiye amedekirin. Nûçegihanê DÎHA'yê yê Agiriyê Abdullah Kaya di 18'ê çileyê de li Giyadînê ji mala xwe hate binçavkirin, di 21'ê çileyê de bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" hate girtin. Îdianameya Kaya nehatiye amadekirin. Nûçegihanê DÎHA'yê yê Wanê Îdrîs Sayilgan li anvenda Mûşê di 17'ê cotmeha 2016'an de li malê hate binçavkirin û di 21'ê cotmeha 2016'an de bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" hate girtin û şandin Girtîgeha Mûşê. Sayilgan piştre jî birin Girtîgehan Tîpa E ya Trabzonê. Îdianameya Sayilgan nehatiye amadekirin. Nûçegihanê DÎHA'yê Mazlum Dolan di 2'yê Kanûna 2015'an de piştî qedexeya derketina derve li Sûrê hate îlankirin li wir bû, di 19'ê sibata 2016'an de bi korîdora hate vekirin derket. Di 23'yê sibata 2016'an de hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê. Dolan bûyerên li Sûrê bi raya giştî re bi riya telefonê parve kiribû. Doza Dolan a yekemîn di 29'ê kanûna 2016'an de li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Doza Dolan dê gulanê bê dîtin. Nûçegihanê DÎHA'yê yê Xarpêtê Mehmet Guleş li Edliyeya Xarpêtê di 5'ê kanûna 2016'an de dema nûçe dişopand bi hinceta "der barê wî de birayara lêgerînê heye" hate binçavkirin. Di 7'ê kanûna 2016'an de Guleş derxistin dozgeriyê û ji ber nûçe û hevdîtinên bi çavkaniyên nûçeyan ve hate girtin. Guleş li Girtîgeha Tîpa E ya Xarpêtê dimîne. Der barê Guleş de bi daxwaza 22 salan cezayê tê darizandin, Doza Guleş di 3'yê nîsanê de hat dîtin lê Guleş nehat berdan. Nûçegihanê DÎHA'yê yê Geverê Nedîm Turfent di 12'ê gulana 2016'an de li têketina Wanê di wesayîtê de hate binçavkirin. Turfent beriya ku bê binçavkirin li ser hin hesabên çapemeniya civakî bi kuştinê hatibû tehdîdkirin. Ewil ji Turfent agahî nehat girtin, di encama bihistiyariya raya giştî de hate gotin ku birine Geverê. Turfent bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" di 13'ê gulana 2016'an de hate girtin. Nûçe û îfadeyên "şahidên nepen" ji bo girtinê delîl hatin nîşandan. Turfent ewil birin Girtîgeha Colemêrgê piştre jî birin Girtîgeha Tîpa T a Wanê. Îdinameya Turfent nû hate amadekirin. Doza Turfent di 14'ê Hezîranê de li Dadgeha Cezaya Giran a Colemêrgê bê dîtin. Nûçegihanê DÎHA'yê Wanê Ziya Ataman di 10'ê Nîsana 2016'an de li Wanê dema ku nûçe dişopand hate binçavkirin û hate girtin. Ataman ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tê gritin piştî salak derbas bû derxistin dozgeriyê. Ataman di danişîna yekemîn de nehat berdan danişîna duyemîn di 5'ê tîrmehê de ye. Nûçegihanê DÎHA'yê yê Wanê Selman Keleş di 20'ê darê de dema ku wêne û dîmen dikişand li Wanê hate binçavkirin. Di 30'ê Adarê de hate girtin, wêneyên ku Keleş kişandine wekî delîlên sûc hatin dîtin. Keleş ê nêzî 5 sal in rojnamgeriyê dike gelek nûçeyên girîng çêkir, dema ku nûçe dişopand gelek caran rastî êrîşên polîs û komên nijadperest hat. Nûçegihana DÎHA'yê Meltem Oktay a ji ber nûçeyên xwe yên dema qedexeya derketina derve yên li Nisêbînê ragihand hatibû binçavkirin û girtin piştî demeke jî hatibû girtin. Oktay a çend mehan li girtîgehê ma hate berdan û çeza lê hate birîn. Piştî ku cezaya wê hate êrekirin careke din hate girtin. Oktay li Giriîgeha Gebzeyê tê girtin. Jibilî nûçegihanên DÎHA'yê Midûrê Karên Nivîsan ê Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê ve hate girtin Înan Kizilkaya jî di 16'ê Tebaxa 2016'an de di serdegirtina rojnameyê de hate binçavkirin. Kizilkaya di 29'ê tebaxa 2016'an de hate girtin û birin Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê. Ji wir jî birin Girtîgeha Tîpa L a Sîlîvriyê. Kizilkaya 3 caran derket danaşînê lê nehat berdan. Danişîna Kizilkaya di 22'yê hezîranê de ye. Ji belavkarên rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê yên bi KHK'ê ve hatin girtin 18 belavkar li girtîgehê n. 2 edîtorê kovara Ozgur Halkê, Midûrê Karên Nivîsan a rojnameya Demokratîk Ulus, 3 xebatkarên Radyo Karacadagê, 2 xebatkarên Radyo Sesê di girtîgêhê de ne.