Erdogan, ji bo Sarraf ketiye nava liv û tevgerê 2017-04-21 10:05:37 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber darizandina karsaz Riza Sarraf ê li DYA'yê tê darizandin di navbera Tirkiye û DYA de krîz derketibû. Niha jî di dosyaya doza Sarraf de derket holê ku Şêwirmendê Serokê DYA'yê Giulianî têkildarî mijarê bi dizî bi Serokomar Erdoğan re hevdîtin kiriye. Piştî ku Karsaz Rıza Sarraf li DYA hat girtin û girtî tê darizandin, di navbera Tirkiye û DYA de kriz derketibû. Di dosyaya Riza Sarraf û Cîgirê Midûrê Giştî yê Halkbankê Mehmet Hakan Atilla de geşedanên nû û girîng derketin holê. Derket holê ku di dosyaya Saraf de agahiyên ku şêwirmendê Serokê DYA'yê Rudolph Giulianî têkildarî mijarê bi dizî bi Serokomar Erdoğan re hevdîtin kiriye. Giuliani di îfadeya li dadgehê da de qebûl kir ku çûye Tirkiye û bi serokomarê Tirkiye Erdogan re têkildarî Sarraf hevdîtin kiriye. Dozgeriya ku li dozê dinere jî diyar kir ku Giulianî u Serdozgerê Michael Mukasey îtîraz kiribû ku anîbû ziman ku Giulianî û Mukasey şîrketa hiqûqê temsîl dike. Bankaya DYA'yê ji heman tişt anîbû ziman.