Beriya 1'ê Gulanê operasyona Geziyê: Gelek kes hatin binçavkirin 2017-04-21 10:32:13 ÎZMÎR - Serê sibehê bi ser malên ESP, SGDF, ODP, Halkevlerî û xwendevanên kovara Kaldiraçê de hate girtin gelek kes bi îdiaya "beriya 1'ê Gulanê referandumê dikin hincet û hewl didin bûyerên wekî Geziyê derxînin" hatin binçavkirin. Li Îzmîrê polîsan bi ser malên ESP, SGDF, ODP, Halkevlerî û xwendevanên kovara Kaldiraçê de girtin. Di operasyonan de mal hatin serobinokirin û deriyên hin malan jî hatin şikandin. Hate hînbûn ku piştî lêgerînan gelek kes hatine binçavkirin. Polîsan jî li girtekan "beriya 1'ê Gulanê referandumê dikin hincet û hewl didin bûyerên wekî Geziyê derxînin" nivîsandine. Di dema binçavkirinan de kesên hatin binçavkirin dirûşmên "Bêdeng nebe biqêre,j i serokdewletiyê re Na" berz kirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê.