Dozger xwest Encu bi îdiaya 'endamê rêxistinê ye' bê cezakirin 2017-04-21 11:47:24 ŞIRNEX - Di doza parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu ya hat dîtin de dozger xwest Encu bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" bê cezakirin. Doz ji bo biryarê taloqê 12'ê gulanê hat kirin. 3'yemîn rûniştina doza Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu ku di 4'ê Mijdara 2016'an de bi hinceta, "propagandaya rêxistinê kiriye û endamê rêxistinê ye" hatibû girtin pêk hat. Di rûniştina ku 2’yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Şirnexê hat dîtin de xizmên Encu, parêzer û Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez amade bûn. Encu jî bi riya SEGBİS’ê ji Girtîgeha Tipa T ya Kandirayê parastina xwe kir. Encu serî de spasiyên xwe pêşkêşî gelê Şirnexê ku dengekî bilind dabûn “Na”yê kir û wiha axivî: “Girtina me bi pêvajoya referandûma 16'ê Nîsanê ve girêdayî ye. Ev pêvajoyên dîrokî û ev darizandin jî wisa ye. Dema ez cara ewil derketim pêşberî we min got li hember dadê hesabek ku em nedin tune ye. Serê me bilind e lê ev girtina me siyasî ye û ev yek nayê qebûlkirin. Gotinên Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu yên derbarê Hevseroka me Yuksekdag de jî nîşan dide ku der barê me de çawa biryar tên stendin. Mixabin hin dadger û dozger ketine bin kontrola desthilatdariyê.” Parêzeran jî tehliyeya Encu daxwaz kirin. Piştre dozgeriyê bi hinceta “endamtiya rêxistinê” ceza ji Encu re xwest. Li ser vê yekê parêzerên Encu ji bo parastina dawî dem xwestin. Piştî navberê heyeta dadgehê ji bo rûniştina biryarê doz taloqî 12'ê Gulanê kir.