Bernameya 102'emin salvegera komkujiya ermeniyan aşkere bû 2017-04-21 12:28:44 ENQERE - Bernameya 102'emîn salvegera komkujiya Ermeniyan aşkere bû. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskin, diyar kir ku ew hemû ji komkujiyê berpirsiyar in û wiha got: "Ne tenê yên biryara komkujiyê dane, yên sed salin tahrîbata vê komkujiyê nedîtine jî berpirsiyar in. Yên bêdeng û bi tirs jî tawanbar in." Platforma Bîranîna 24'ê Nîsanê, bi minasebeta salvegera 24'ê Nîsana 1915'an ji bo bernameya salvegera komkujiyê aşkere bike li Otela Taksim Hillê civîna çapemeniyê pêk anî. Li salona civînê pankarta , "102 sal derbas bûn bên rûqalî hev" vekirin. Di civînê de ewil Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Eren Keskin axivî û wiha got: "Ji bo Komara Tirkiye bê guhertin û demokrasî pêş bikeve divê berî her tiştî komkujiya Ermeniyan qebûl bike. Heta ku komkujiyê nas neke û zerarê tazmîn neke em demokratik nabin. Em wekî parazvanên mafên mirovan, bi salan in, wekî muxalifên Tirkiye vê rewşê tînin ziman. Em dixwazin dîroka Tirkiye bi bîra wê bixin. Em dixwazin em sûcdariya xwe zanibin û bi rastiya xwe re bên rûqalî hev. " 'EM HEMÛ SÛCDAR IN' Keskîn, anî ziman ku dema dema Komar hat avakirin, hemû deynê osmanî dewir girt û hat avakirin. Tenê deynê lêborînê dewir negirt. Em dibêjin êdî dema vî sucî qebûl bike û lêborînê bixwaze heye. Ez carek din dubare dikim. Em wekî ÎHD hemû sucdar in. Hemû berpirsiyar in. Em hemû ji komkujiyê berpirsiyar in. Ne tenê yên biryara komkujiyê dane, yên sed salin tahrîbata vê komkujiyê nedîtine jî berpirsiyar in. Yên bêdeng û bi tirs jî tawanbar in." Nûnerê Platforma Ji Nijadperestî û Kewneperestiyê re bêj Raweste Şenol Karakaş, diyar kir ku Gerînendeyê Rojnameya Agosê Hrant Dink hat kuştin û ev perçeya komkujiya ermenî ye. Dîsa Sevag Balikçi hat kuştin. Li Samatya Maritsa Kuçuk hat kuştin. Gelek kesên din hatin kuştin. Ev hemû berdewamiya komkujiya Ermeniyan e. Bernameya 24'e Nîsanê wiha ye: *Saet di 12:00'an de li Qada Sultanahmetê bernameya bîranînê. * Saet di 15:00'an de li ser gora leşker Sevag Balikçi ya Şîşliye bîranîn. * Saet di 19:15'an de li Qada Tunelê dê bernameya bîranînê bê li dar xistin.