2 kes li Dersim û Xerpêtê hatin binçavkirin 2017-04-21 12:29:05 DERSIM - Li Dersim û Xerpêtê di serdegirtina malan de 2 kes hatin binçavkirin. Li Taxa Gazik a Dersimê polîsan bi ser mala xwendekara Zaningeha Munzurê de girt û Sevcan Topal binçav kir. Di çarçoveya lêpirsîna li Dersimê de polîsan li Xerpêtê jî bi ser mala Hasret Suzgun de girt û Suzgun di serdegirtina malê de binçav kirin. Sedema binçavkirina Topal û Suzgun nehat zanîn. Topal û Suzgun birin Midûriyeta Polîsan a Dersimê.