Rojnameger Altan hat berdan 2017-04-21 12:53:26 MÊRSÎN- Rojnameger Bêrîvan Altan a ku hatibû binçavkirin bi şerta kontrola edlî hate berdan. Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a DÎcleyê (DÎHA) ya bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ve hate girtin Bêrvîvan Altan a di 13'ê Nîsanê de di serdegirtina malê de hate binçavkirin serê sibehê derxistin Edliyeya Mêrsînê. Di dozgeriyên de hate îdiakirin ku Altan beşdarî çalakiyên ku ji bo nûçeyan şopandiye bûye. Altan bersav da sûcdarkirinên îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye". Altan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Altan ji aliyê Dadgeriya Cezaya Sulhê ya Mêrsînê ve bi şerta kontrola edlî hate berdan.