Rûniştina doza Kişanak û Tuncel dest pê kir 2017-04-21 13:13:49 MELETÎ - Rûniştina doza Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ku heta 385 salan ceza ji wan tê xwestin, Dadgeha Meletiyê dest pê kir. Ji Ewropa û Tirkiye gelek parêzer amade bûn. Rûniştina doza Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel bi hinceta "ewlehiyê" li Meletiyê dest pê kir. Ji ber ku cih li salona 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê tune bû, rûniştina dozê li salo Sporê pêk hat. Kişanak ji Girtîgeha Tipa F a Kandira ya Kocaelî, Tuncel jî ji Girtîgeha Sîlîvrî ya Stenbolê bi riya SEGBÎS'ê amade bûn. Piştî li salonê lêgerîn hat kirin û şûnde deriyê salonê li beşdarên dozê vekir. Ji gelek sazî u partiyên Swêdê, ji lîsteya alternatif a Parlamentoyê Ezgi Akyol, Şaredarê Cenevre yê Swêdê Remy Pagani, ji Swêd û Alman gelek çavdêr amadeb ûn. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dilan Dirayet Taşdemir, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven û Rêveberên HDP, DBP û EMEP'ê yên Meletiyê û gelek kesên din amade bûn. Rûniştinadozê bi xwendina îdîanameya der barê Kişanak û Tuncel de dest pêkir. Gelek siyasetmedar û parêzer jî li salonê amde bûn û parêzer dê parastinê bikin. Dozgerê Komarê yê Amedê ji Kişanak heta 240 sal cezayê girtîgehê dixwaze. Ji Tuncel jî heta 145 sal cezayê girtîgehê dixwaze.