Pêlîstoka Rozaya biçûk jî girtin! 2017-04-21 14:11:33 ANTALYA - Zaroka bi navê Roza ya 10 mehî ya di 8'ê mijdara 2016'an de dayika wê hate girtin 6 meh in bi dayika xwe re di girtîgehê de ye. Tu pêdiviyên Rozayê nayê bicihanîn gardiyanan tekane pêlîstoka wê jî girtin. Li Antalyayê di 8'ê mijdara 2016'an de Zozan Yakutlu û Abbas Yakutlu hatni binçavkirin û girtin keça wan Roza ya 10 mehî jî 6 meh in bi dayika xwe re di girtîgehê de ye. Roza ya biçûk li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê rastî nêzîkatiya girtî ye tê. Tu pêdiviyên Rozaya biçûk nayê bicihanîn. Hate gotin ku tekane pêlîstoka Rozayê jî gardiyanan ji destê wê girtine. Zarokê malbata Yakutlu ya bi navê Hadî yê 4 salî jî piştî ku dayik û bavê wî hate girtin bi bapîra xwe dimîne. Dayik û bavê Rozayê di çarçoveya heman lêpirsînê de bi idiaya "endamtiya rêxistinê" "alîkariya rêxistinê" hatin girtin û li ser dosyayê biryara veşarîbûnê heye.