Doza îstismarê dîsa taloq kirin 2017-04-21 14:11:57 WAN - Doza Mamoste H.G. ku li navçeya Artemêtê îstîsmara 2 zarokan kiribû, carek din hat talaqkirin. Li navçea Artemêtan a Wanê, 2 zarok rastî îstîsmara zayendî ya mamosteyê 48 salî H.G. hatibû. Der barê mamoste de doz hatibû vekirin. 8'emîn rûniştina doza mamosteyê îstîsmarkar H.G. li 1'emîn dadgeha Cezayên Giran a Wane hat dîtin. Aktîvîsta VAKAD'e û parêzerên wan amade bûn. Piştî tespîta nasnameyan H.G., parastin kir û sucdariya der barê xwe de red kir û Prz. Mujde Tozbey jî parastina berê dubare kir û xwest darizandina H.G. bi girtî berdewam bike. Parezerê bêrsûc jî bersûc parast û anî ziman ku muwekilê wî bê suc e. Heyeta dadgehê piştî parastinan doz taloqî 21'ê Tîrmehê kir.