Abtan: Em li dijî polîtîkayên înkara fermî têdikoşin 2017-04-21 14:38:27 STENBOL - Serokê EGAM'ê Benjamîn Abtan beşdarî bernameyên komkujiya ermeniyan bû û diyar kir ku ew li dijî înkara fermî têkoşînê didin. Serkê Tevgera Dijberên Nijadperestiyê Ewropa (EGAM) Benjamin Abtan, Nûnerê Ewropa Yekîtiya Yekitiya Ewropa Ermenî (AGBU) Arega Hovsepyan, Endamê Delegasyona EGAM'ê û Rahîbê Kîlîseya Ermeni Protestan Rene Leonian têkildarî salvegera 24'e Nîsanê Komkujiya Ermeniyan hatin Stenbolê û beşdarî bîranîna komkujiya Ermiyan bûn. Civîn li Otela Vardar Palace ya Taksîm pêk hat. Endam û rêveberên ÎHD'ê û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî û Nûnerê HDP'ê Murat Mihçi jî amaed bû. Nûnerê Ewropa yê AGBU'yê Arega Hovsepyan, diyar kir ku ermeni di sedsala 20'an de di komkujiyê re derbas bûn û wiha got: "Piştî salan ev birîn kewiya. Lê birîna komkujiya li Tirkiye hêj nekewiya ye. Ji ber ku T.C. vê yekê qebûl nake û rû bi rû nayê. Ji ber ku Neteweya tirk dîroka xwe nabîne û bi rastiya xwe re nayê rûqalî hev." Endamê Delegasyona EGAM'ê û Rahîb Rene Leonian, jî anî ziman ku cara 4’emîn beşdarî bîranina komkujiya Ermeniyan dibe û û wiha got: "Ji bo komkujiya ermeniyan bê nasîn 40 salin em têdikoşin. Êdî li Stenbolê şenda ku gelê kurd, elewi û ermenî bi hevre bijîn heye. Em çiqas bêtir hev nas bikin û qebûl bikin em dê karibin bêtir pirsgirêkê çareser bikin. Herî dawî Serokê EGAM'ê Benjamin Abtan, jî anî ziman ku di sala 2011'an de beşdarî bîranîna komkujiya ermeniyan bû û wiha got: "Ji bo komkujiya ermeniyan bê naskirin sînor tirkiye ye. Divê di nava saziyên sivîl ên civakî de komkujî bê naskirin û saziyên sivîl ji bo vê yekê di nava tekoşînê de bin. Divê ji bo naskirina komkujiya ermeniyan hem li Tirkiye û hem jî li welatên din têkoşîn mezin bibe. Têkoşîna li dijî komkujiya ermeniyan, di heman demê de tekoşîna ji bo pêşxitina demokrasî û mafên mirovan a li Tirkiye yê ye. Di heman demê de têkoşîna li dijî komkujiya li hemberî gelê roman, cuhî, hirwat, û êzîdîye. Em mirovên li dijî dewletê têdikoşin. Di encamê de TC di nava welatên cîhanê de di rewşa herî xerab de ye. Em ji bo rastî bê nasîn têdikoşin. Têkoşîna li dijî polîtikaya înkara fermî, têkoşîna li dijî înkarê ye.