Qedexeya derve îlan kirin û 3 kes binçav kirin 2017-04-21 15:13:44 MÊRDÎN - Li 7 gundên navbera Mîdyat û Kerboranê piştî qedexeya derketina derve hat îlankirin 3 kes hatin binçavkirin. Li gundên Rowere, Gizre, Guvenli û Yeşilozê yên Kerboranê û gundên Yumurtali, Marenka û Doluca yên Mîdyatê ku 2 roj berê derketina kolanan hat îlankirin, operasyon hat li darxistin. Di operasyona leşkerî de leşkeran bi ser malan de girt. Leşkeran di saetên serê sibê de bi ser malên gundê Tanyeri de girt û welatî Yusuf Arslan, Mahmut Bulbul û hevsera wî Şafia Bulbul binçavkirin.