Li Pirsûsê teqînek çêbû: Kesek mir, 3 kes hatin binçavkirin 2017-04-21 17:35:42 RIHA - Li Pirsûsê, wesayîta ku li ser îhtara rawestandinê nesekinî û hat gulebarankirin, teqiya. Di teqînê de kesek mir û 3 kesên ku hewl dan birevin jî hatin binçavkirin. Wesayîteke ku dema xwest ji navçeya Kaniya Xezalan têkeve navçeya Pirsûsê ya Rihayê, polîsan xwest wê rawestîne. Li ser vê di navbera 4 kesên di wesayîtê û polîsan de pevçûn derket. 3 kes xwe ji wesayîtê avêtin û reviyan, lê ji ber gulebaran polîsan wesayît teqiya û kesê di wesayîtê de jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku kesa jiyana xwe ji dest daye jin e. Her wiha 3 kesên ku reviyan jî, hatin binçavkirin.