Parlementera HDP'î Meral Daniş Beştaş tehliye bû 2017-04-21 19:52:56 AMED - Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş hat tehliyekirin. Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş a bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" di 31'ê Çileya 2017'an de hatibû girtin, hat tehliyekirin. Daniş Beştaş, ji Girtîgeha Sîlîvriyê bi riya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştina dozê ya li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin bû. Ji bo piştevaniyê gelek parêzer beşdarî rûniştina dozê bûn. Her wiha Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, parlementerên HDP'Î Sibel Yigitalp, Feleknas Uca, Ziya Pir, Mahmut Togrul, Leyla Birlik, rêveberên HDP'î, Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen û gelek kes tevlî rûniştinê bûn.