Aydogan û Beştaş ji girtîgehê derketin: Em ji bo demokrasiyê têkoşiyan 2017-04-21 23:57:31 STENBOL - Parlementera HDP'ê Nursel Aydogan a ji girtîgehê derket wiha got: "Taliyê tecrûbeya min a girtîgehê jî çêbû. Girtîgeh ne ew cihên ku mirov jê bitirse. Hele mirov di oxira armancekê de li wir be, ewçax ragirtina li girtîgehê qet ne zehmet e. Ji ber vê kesên ku we dixin girtîgehê qet bi se rnakevin, neketin jî. Helbet dema mirov bigihîje azadiya xwe, ew jî tiştekî xweş e." Meral Daniş Beştaş a ku piştî Aydoganê ji girtîgehê derket jî, anî ziman cihê bijartiyan ne girtîgeh in. Parlementera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan a 6 mehan li Girtîgeha Sîlîvriyeyê hat ragirtin, îro di rûniştina doza xwe de hat tehliyekirin. Piştî tehliyekirin, ji Girtîgeha Jimare 9'an a Sîlîvriyeyê derket. Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Pervin Buldan, malbata Aydoganê, gelek endam û rêveberên HDP'î û dayikên aştiyê Aydoganê pêşwazî kirin. Aydogan, piştî pêşwazîkirin axivî û wiha got: "Helbet hemû têkoşîna me ji bo mafên mirovan û azadiyê ye. Dema mirov bigihîje azadiya xwe helbet tiştekî xweş e, lê dema mirov ji girtîgehê derdikeve qet kêfxweş nabe. Çimkî, dema tu derdikevî derve tu li hundur hevalên xwe yên ku we bi hevdu re têkoşiyaye dihêlî. Îro ez û Meralê tehliye bûn. Tabî Selma, Sebahat, Nihat, Ayhan Bilgen man. Ji ber ew li wir in, wek hemû gel ez jî xemgîn im. Ji kesên wek me yên têkoşîna demokrasî, azadî û mafên mirovan dikin girtîgeh tim paşbaxçeyek e. Me têkoşîna heqiyê dikir û li gel vê jî me zanibû ku em ê rojekê werin vî paşbaxçeyî. Li gel vê jî me dev ji têkoşîna xwe berneda. Tabî hatina me di encama operasyoneke siyasî de çêbû. Ne mumkun e ku mirov vê qebûl bike. Kesên têdikoşin, rojekê miheqeq ji aliyê serdestan ve girtîgehan nas dikin. Taliyê tecrûbeya min a girtîgehê jî çêbû. Girtîgeh ne ew cihên ku mirov jê bitirse. Hele mirov di oxira armancekê de li wir be, ewçax ragirtina li girtîgehê qet ne zehmet e. Ji ber vê kesên ku we dixin girtîgehê qet bi ser nakevin, neketin jî. Helbet dema mirov bigihîje azadiya xwe, ew jî tiştekî xweş e." Aydogan, diyar kir ku ew ê tim bitêkoşin. 'EM JI BO DEMOKRASIYÊ TÊKOŞIYAN' Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş a hat tehliyekirin, ji Girtîgeha Sîlîvriyeyê derket. Parlementerên HDP'î Pervîn Buldan, Nursel Aydogan, malbata Danişê û gelek HDP'î pêşwaziya Daniş Beştaşê kirin. Daniş Beştaş a dema derket, li ber girtîgehê wiha axivî: “Em dizanin ku Sîlîvrî pri ne nêzîk e. Li holê hewldaneke zêde heye. Tenê ne parêzerên li Stenbolê, ji çar aliyê Tirkiyeyê ve parêzer serdana me kirin. Ji bo vê piştevaniyê gelekî spas. Em di girtîgehê de bûn, lê a rast em ne di girtîgehê de bûn. Çimkî me bûyerên li derve kêlî bi kêlî dişopandin. Mixabin me diznaibû ku li ser çapemeniyê çewisandin hene, lê me li hudnur ev baş hîs kir. Lê bis aya serdêran, anme û faksan ew kêmanî temam dikir. Belê, em li derve ne lêd ilê me li hundur e. Niha hevala min a odeyê Selma Irmak, Parlementerê Colemêrgê Nihat Akdogan û Sebahat Tuncel di hundur de ne. Hîn jî hevserokên me yên giştî, hevalên me yên parlementer û hevşaredarên me di girtîgehê de ne. Cihê parlementeran ne girtîgeh e. Ne cihê tu kesên ku siyaseteke demokratîk dikin û parêziya azadiyê dikin. Û em baş dizanin ku ji ber çi em ketin girtîgehê. Me peyamên wan wergirtin... Lê dema em ketin girtîgehê, em li vî welatî ji bo demokrasî, maf û azadiyan têkoşiyan. Îro jî em li heman cihî ne, lê ew ji vana hemûyan bi paş ve gav avêtin. Li Tirkiyeyê referandûmek çêbû, lê em ê di rojên pêş de bibînin bê ka ji vê referandûmê dersên baş hatine derxistin an na. Mixabin di pêvajoya referandûmê de em di hudnur de bûn. Me li hundur dengên xwe bi kar anîn. Lê ji sedî 65'ê girtîgehê got 'Na'. A rast ev jî meseleyeke girîng e. Ji niha û pêve pêdiviya Tirkiyeyê bi pêvajiyeke asayî heye. Em di serdemeke ku herî zêde pêdiviya me bi aştiyê heye de ne. Ne li der ve û ne jî li hundur ev kar bi şer nayên çareserkirin, divê siyaseta demokratîk hebe. Di warê çareserkirina pirgirêka kurd û dmeokratîkbûna Tirkiyeyê de hîn jî baweriya me bi çareseriyê heye. Di serî de hevseorkên me yên giştî Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdagê û hemû hevşaredar û parlementerên me ûhevalên me yên siyasetmedar divê bên berdan. Di navbera me de tu ferq tune ye. Em derketin ew di hudnur de man. DIvê demildest hemû serbest bên berdan. Êdî em naxwazin di rewşeke ku tim li korîdorên edliye û girtîgehan de bên asêkirin. Çimkî em li kuderê bin bila bin, dê ev gel dev ji têkoşînê bernede û bidomîne."