Tirkiye bûye welatê zarokên girtî! 2017-04-22 09:04:33 MÊRSÎN - Li Tirkiyeya ku dê van rojan "Cejna Zarokan a 23'yê Nîsanê" bê pîrozkirin, zêdeyî 2 hezaran zarok di girtîgehan de ne û gelek jê jî dûrî dayikên xwe ne. Roza Dîner a 13 mehî û Roza Yakutluya 10 mehî tenê ji van zarokan dudo jê ne û rewşa wan bi her awayî rewşa Tirkiyeyê dide der. Li Tirkiyeya ku dê van rojan "Cejna Zarokan a 23'yê Nîsanê" bê pîrozkirin, zêdeyî 2 hezaran zarok di girtîgehan de ne. Li gel zarokên girtî gelek zarok jî ji ber dayikên wan girtî ne ji neçarî ew jî li cem dayikên xwe dimînin û her wiha gelek jê jî ji ber dayikên wan girtî ne, dûrî dayikên xwe ne. 7 MEH IN KU ROZA DÎNER A 13 MEHÎ DÛRÎ DAYIKA XWE YE Yek ji van zarokan Roza Diner e. Diner hîn 13 mehî ye û ev 7 meh in dûrî dayika xwe ye û li gel bavê xwe dijî. Dayika wê Meral Ekin Diner, nameyek ji ekîba "gorulmuştur.org" re şand û di nameya xwe de ragihand ku, bi zorê pitika wê desteser kirine û radestî bavê wê kirine. Dayik Diner, diyar kir ku dema pitika wê 6 mehî bûye bi zorê ji wê hatiye stendin û dema ew û pitika xwe bi hev re diçûn Dîdîmê hatiye binçavkirin û ji ber sedemên siyasî hatiye girtin. Diner, diyar kir ku tenê daxwaza wê ew e ku pitika wê ya pêdiviya wê bi şîrê dê heye li gel wê be. Ji ekîba "gorulmustur.org" helbestvan Adil Okay, anî ziman ku heke Rozaya biçûk li gel dayika xwe be, dê ev ji bo tenduristiya wê baş be, divê demildest daxwaza dayika wê bi cih bê. 6 MEH IN KU ROZA YAKUTLUYA 10 MEHÎ TEVÎ DAYIKA XWE DI GIRTÎGEHÊ DE YE Yek ji van zarokan a din jî Roza Yakutluya 10 mehî ye. 6 meh in ku Roza Yakutlu tevî dayika xwe Zozan Yakutlu li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê tê ragirtin. Her wiha bavê Rozayê, Abbas Yakutlu jî di heman girtîgehê de ye û ji ber tawanbariyeke siyasî ev 6 meh in tê ragirtin. Li gel vê kekê Rozayê, Hadî yê 4 sal î jî dûrî dê û bavên xwe û xwişka xwe ye û li gel xizmên xwe dimîne. Parêzer Nagihan Avcil a bi dayika Roza Yakutluyê re hevdîtin çêkir, diyar kir ku dayika Rozayê wiha ragihandiye: "Pêdiviyên sereke yên Rozayê yên wek mama û potik bi cih nayên û her wiha li girtîgehê tenê pêlîstokek wê hebû, lê girtîgehê dest danî ser wê pêlîstokê jî. Hîn jî bi çavekî 'terorîst' li pitika min a 10 mehî dinihêrin." Avcil, diyar kir ku cihê zarokan ne girtîgeh in, ji bo zarokên biçûk divê rê li ber nêvengeke tenduristiyane bê vekirin da li gel malbatên xwe bin. HER DU REWŞ JÎ JI BO TENDURISTIYA RUHÎ YA PITIKÊ NEBAŞ IN Derûnas Fahriye Cengiz jî têkildarî mijarê wiha got: "Tê zanîn ku divê pitikên 10 mehî heta 2 salan şîrê dayika xwe dimişin. Her çi qas heta 6 mehan xweyîkirina bi şîrê dayikê mecbûrî be jî, lê piştî 6 mehan pitik bi temamî ji şîr nayên kirin. Yanî tê zanîn ku divê bi tiştên ku bi kêrî şîrê dê tên, tên xwyîkirin. Her wiha ev temen, serdemeke girîng e ku divê têkiliya baweriyê ya di navbera dê û pitikê de çêbibe. Heke di van temenan de pitik ji dê bên dûrxistin, di serdemên pêş de dê di liv û tevgerên zarokan de weziyetên neyînî xwe bidin der." ‘DIVÊ JI BO PITIKAN Û DAYIKÊN WAN ŞERT Û MERCÊN TENDURISTIYANE BÊN PEYDEKIRIN' Cengiz, diyar kir ku heke têkiliya di navbera pitikê û dê de nebaweriyek çêbibe, dê di rojên pêş de pirsgirêk xwe bidin der û dê tesîra vê travmayê heta dawiya emr jî hebe. Cengiz, diyar kir ku qutkirina têkîliya pitika bi dayikê re yan jî li girtîgehê domandina vê têkiliyê, di asasê xwe de êrîşa li dijî mafên wan ên sereke ne. Cengiz got ku divê li girtîgehan ji bo dayikên ku hîn şîr didin zarokên xwe hin sererastkirin bên çêkirin. Cengiz, anî ziman ku li cîhanê gelek mînakên erênî yên bi vî rengî hene û der barê vê de gelek rapor pêşkêşî Wezareta Dadê hatine kirin, lê heta niha tu tişt nehatiye kirin. Cengiz, diyar kir ku her diçe şert û mercên wan zehmetir dibin û wiha axivî: "Divê ji bo van malbatan serbestbûna bi kontrol bê pêşxistin û divê ji bo wan qadên hîn bisihet û baştir bên peydekirin." Ahmet Kanbal/Ergîn Çaglar- dîhaber