Zarokên Tirkiyeyê bi binpêkirinên mafan cejna xwe pêşwazî dikin 2017-04-22 09:14:51 ENQERE - Tirkiyeya ku wekî "tekane welatê cejn diyarî zarokan kiriye" tê zanîn 23'yê Nîsanê Cejna Zarokan wekî welatekî herî zêde zarokên xwe digire, bi îstismara zayendî re rû bi rû dihêle, di bûyerên civakî de dikuje pêşwazî dike. Tirkiye 23'yê Nîsan Cejna Zarokan bi gelek binpêkirinên li dijî zarokan pêşwazî dike. Di nava binpêkirinên li dijî zarokan de; kuştina zarokan, keda wan xwarin, derveyî qeydê xebitandin, ji perwerdehiyê bêpar hiştin û îstismarên zayendî hene. Kordînatora Navenda Mafê Zarokan a Gundem Çocuk a ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de hate girtin Ezgî Koman têkîldarî mijarê wiha got: "Binpêkirinên mafê zarokan çawa ku 365 rojan nedîtî ve tê di 23'yê Nîsanê de jî nedîtiye tên. Tenê wekî qîmetê didin zarokan hewayek tê afirandin." JI HER 10 ZAROKAN 8 ZAROK DERVEYÎ QEYDÊ TÊN XEBITANDIN Li gorî daneyên Sendîkaya Genel-Îş'ê ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) amade kiriye li Tirkiyeyê hejmara karkerên zarok zêde dibe. Hejmara zarokên karker di 2012'an de 601 hezar bû lê li gorî daneyên dawî derketiye 709 hezarî. Dîsa zarokên ku tên xebitandin ji sedî 78 derveyî qeydê tên xebitandin. Ji wan zarokan 558 hezar zarok derveyî qeydê tên xebitandin, 150 hezar bi sîgorte tên xebitandin. Li Tirkiyeyê ji her 10 zarokan 8 zarok derveyê qeydê tên xebitandin. Dema ku daneyan tên mezekirin li Tirkiyeyê karkerên çirax jî vî hejmarê bê zêdekirin hejmara zarokên tên xibitandin dibe 2 milyon. RADEYA ZAROKÊN XIZAN DI RÊZA YEKEMÎN DE YE Dîsa li gorî daneyên hatine dayîn Tirkiye di warê zarokên xizan de di nava welatên Ewropayê de di rêza yekemîn de ye. Li Tirkiyeyê radeya zarokên xizan ji sedî 25.3 ye lê li Finlandiyayê ji sedî 3.6, li Sewedê ji sedî 8.5, li îrlandayê ji sedî 9.1, li Almanyayê ji sedî 9.8 li Îngilistanê ji sedî 9.9 e. Piştî Tirkiyeyê zarokên xizan li Îtalya, Îspanya û Yewnanistanê zêde ye. DI 4 SALÊN DAWÎ DE 264 ZAROK DI CÎNAYETÊN KAR DE MIRIN Li gorî daneyên Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran hejmara zarokên ku di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin her sal zêde dibe. Di 2012'an de 32 zarok di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan lê di 2013'an de 59, di 2014'an de 54, di 2015'an de 64 û di 2016'an de 56 zarok di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Bi vî rengî di 4 salên dawî de 264 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. 2 HEZAR Û 200 ZAROK GIRTÎ NE Li gorî daneyên "Hewldana Bila Girtîgehên Zarokan Bên Girtin" li Tirkiyeyê di girtîgehan de 2 hezar û 200 zarok hene, ji wan tenê 542 zarok hikûmxwar in, hezar û 658 zarok jî girtî ne. '368 ZAROKÊN KEÇ RASTÎ ÎSTISMARA ZAYENDÎ HATIN' Dîsa li gorî îstatîstikên rêxistinên jinan û bûyerên bûne mijara dadgehan rapora bi navê "Zeyendperestiya di Perwerdehiyê de" hatiye amadekerin nîşan dide ku 368 zarokên keç rastî îstismara zayendî hatin. Ji van îstismaran ji sedî 59 li dibistanan qewimiye, yên din jî li kolanan, li malên ku bi zorê birine, li wesayîtên ku hatine ragirtin, li malên ku hatine xapandin û birine, li kursan, otobusan, li parkan bi îstismarê re rû bi rû man. Jibilî vê jî li Tirkiyeyê ji her 100 kesên ku dizewicin 18 zarok in. CENAZEYÊN ZAROKAN LI SARINCAN HATIN VEŞARTIN Li gorî daneyên ÎHD'ê li Tirkiyeyê di rewşên şer de 590 zarok di encama êrîşa hêzên dewletê de hatin qetilkirin. Di nava zarokên ku dema nêz hatine qetilkirin de Ugur Kaymaz, Ceylan Onkol, Enes Ata, Berkîn Elvan dîsa li Cizîr a ku qedexeya derketina derve hatibû îlankirin Cemîle Çagirga ya ku hate kuştin û cenazeyê wê bi rojan di sarincê de hate veşartin ji zarokan tenê çend in. BI MILYONAN ZAROK BI ZIMANÊ XWE NIKARIN PERWERDE BIBIN Dîsa li gorî daneyên cuda li Tirkiyeyê bi milyonan zarokên ku dijîn nikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibin. Di serî de zarokên kurd, zarokên ji gel û neteweyên din jî nikarin bi zimanê dayika xwe perwerde bibin, Tirkiye ji bo vê yekê asteng bike madeyên 17, 29, 30 ên Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî bi cih nayne. DI 23'YÊ NÎSANÊ DE TABLOYEKÎ WEKÎ QÎMETÊ DIDIN ZAROKAN DIAFIRÎRIN Kordînatora Navenda Mafê Zarokan a Gundem Çocuk a ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de hate girtin Ezgî Koman diyar kir ku binpêkirin^ne mafan ên li dijî zarokan di 23'ê Nîsanê Cejna Zarokan de jî berdewam dike û wiha axivî: "Binpêkirinên mafên zarokan wekî 365 rojan vî rojê jî nedîtîve tên dîtin. Wekî ku tenê qîmetê didin zarokan hewayekî diafirînin. Lê qet ne wisa ye. Zarok li wir jî rastî binpêkirin^ne mafan tên. Mînak ew zarok kî ne. Çawa tên hilbijartin. Gelo zarokeke din dixwest biçe jî ew hate hilbijartin. An jî gotinên bên kirin gelo tê diyarkirin? Em van nizanin. Zarokan beşdarkirina mekanîzmayên biryarêne ev e. Tu ferqa 23'yê Nîsanê ji rojên din tuneye. Zarok hê jî tên kuştin, wekî karker keda wan tê xwadin. Ango wê rojê jî tiştên ku zarok dijîn nedîtî ve tên. Tenê taybolek tê avakirin."