Aydogan: Dûr nêzîk dê vegerin mutabakata Dolmabahçe 2017-04-22 12:56:26 STENBOL - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan ku 6 mehan girtî ma û serbest hat berdan, diyar kir ku ev polîtîkayên cewisandinê tu carî bi ser nakevin û dûr nêzîk dê vegerin mutabaxatên Dolmabahçeyê. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan ku di 4'ê Mijdara 2016'an de hat girtin di 21'ê Nîsanê de ji Girtîgeha Hêjmar 9 a Sîlîvriyê hat berdan, polîtikayên girtina parlamenteran û zextên li ser HDP'ê nirxand. Aydogan, zextên li ser partiya kurdan vegot. ‘DI 2009'AN DE ARMANC ÇIBÛ NIHA JÎ HEMAN DIŞT E Aydogan, da zanîn ku di sala 2009'an de di bin navê “KCK”ê de li dijî siyasetmedarên kurd operasyon pêk hatibû û ew operasyon çawa bû îro jî heman operasyon pêk tê û wiha got: "Di hilbijartina 1'ê Mijdarê de pêvajoya binçavkirin û girtinê dest pê kir. Piştî operasyona “KCK”ê ya 2009'an li dijî siyasetmedarê kurd pêk hat, niha jî heman operasyon pêk tên. Wê demê armanç çibû niha jî armanc heman tişt e. 'AKP'Ê DÎT KU HDP DÊ JI SEDÎ 20'AN DERBAS BIKE Aydogan, destnîşan kir ku wan bi siyaseta demokratîk hêz û eniya xwe mezin kir û wiha got: "Me bi siyaseta demokratîk bend derbas kir. Di hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de her kesî encama vê yekê dît. Li Tirkiye dewlet û pergalê hêza partiya me dît ku çawa hêza xwe ji gel distîne. Dît ku mafê xweza, ciwan, jinê diparêze. Dît ku dema pişta xwe dide gel û civakê dikare ji sedî 10'an derbas bike. AKP dît ku HDP dê di sala 2019'an de ji sedî 20'an jî derbas bike dest bi pêvajoyek wisa kir. Ji ber ku AKP dixwaze bi serê xwe bibe îktîdar naxwaze HDP pêş bikeve. HDP'ê piştî ji sedî 13 deng girt rê li pêş îktîdara AKP'ê girt. Ji 15'ê Tîrmeha 2016'an hetda niha operasyonên siyasî û leşkerî bi hevre dimeşin. Piştî li 8 navçeyan rêveberiyên xweserî hatin îlankirin, pevçûnê dest pê kir. AKP'ê ji xwe re ev kir wekî derfetê. Got dê bi van êrîşan siyaseta kurd belav bike. Lê di sala 2012'an de ji bo gelê kurd û siyaseta kurd salek pir dijwar bû. Wê demê Wezîrê Karên Hundir Îdris Naim Şahin gotibû "Hûn dê nebînin ku li Amedê 3 kes dê li tenişta hev bigerin. Ji bo vê yekê hemû hêza dewletê seferber kirin. Wê demê pêvajoyê dest pê kir û hêj didome. Gev polîtîka berdewama wê demê ye. Piştî pêvajoya çareseriyê bi dawî bû dest bi planên perçekirin û hilweşînê kirin. Di demên dawî de operasyonên siyasî, encama vê yekê ne. Me di referandumê de dît ku gel dest ji têkoşîn û berxwedana xwe bernedaye. Me dît ku her çen xwe paşve kişandibe jî dest ji berxwedanê bernedaye. Detê bi fikara parastinê tev digere." ENCAM BI DEST NAXE Aydogan da zanîn ku bi hezaran endam û rêveberên wan hatiye girtin û rêya siyasetê li pêş wan hatiye girtin. Aydogan da zanîn ku hevserokên wan, hevşaredarên wan û rêveberên wan tev hatine girtin û tevî vê yekê siyasê dimeşînin û ev yek pir girîng e. Aydogan, bilêv kir ku ev berxwedana siyaseta kurd nîşan dide ku êrîş û astengiyên AKP'ê çi dibe bila bibe, dê nikaribin encamê bistînin. 'DI AKP'Ê DE FIKARA MEZIN' Aydogan dengên ku bloka "Erê" li metropolan di referandumê de winda kirine û diyar kir ku di nava AKP'ê de fikareke mezin heye û wiha berdewam kir: "Hewl didin kabîneyê biguherînin. Stenbola ku wekî keleha xwe dibînin xeyalên wan pûç kir. Fatureya vê yekê jî ji şaredar re derdixin. Girîng e; windahiyên dengan ên partiyên siyasî lê pêvajoyên pêkûtiyê tiştekî nakin jî ne rast e. We li kû derê winda kiribe divê li wir tiştekî bigerin." 'DIVÊ HER DER WEKÎ ŞIRNEXÊ BE' Aydogan bal kişand li ser bajarên ku di referandumê de pêvajoya qedexeyan jiyan kirine derxistine holê û wiha axivî: "Divê her der wekî Şirnexê be. Li Şirnexê hema ku deng deng nehatin windakirin. Li Geverê dengeke bilind hate girtin. Beriya ku ez bikevim girtîgehê ez çûm Geverê. Nivî Geverê hatibû hilweşandin. Lê ligel vê yekê jî ji sedî 77-78 deng derket. Sedem jî bi rêxistinbûna gel e. Hikûmet nikare vî polîtîtaya pêkûtiyê demeke dirêj bidomîne. Ya ku em dixwazin berdewamkirina Dolmabahçeyê li cihê ku maye ye. Dê dawiya dawî vegera vir çêbibe." Aydogan diyar kir ku Tirkiye her diçe li cihanê tenê dimîne û nirxandina "Ger ku vegera pêvajoya çareseriyê nebe dê pêvajoya şer berdewam bike" kin. Aydogan wiha got: "Pêvajo dê xirabtir bibe. Gelên Tirkiyeyê vê qebûl nakin. Nİkarin bi vî rengî encamê bigirin. Tiştên ku hatine ceribandin û encam nehatiye girtin careke din ceribandin exmaqî ye." 'LI SÎLÎVRIYÊ TECRÎDA HERÎ GIRAN HEYE' Aydogar der barê şertên girtîgehê de jî da zanîn ku li Girtîgeha Sîlîvriyê OHAL bi awayeke hişt heye û dema ku nû birine Sîlîvriyê 3 mhan di tecrîdê de maye, hevdîtinên telefonê ya bi malbatan re hatiye kêmkirin, di 15 rojên dawî tenê ji derve pirtûk ji wan re hatiye jibilî vê negirtine. Aydogan têkîldarî pêkanînên li Sîlîvriyê îfadeya "Girtîgeha ku tecrîd herî giran Girtîgeha Sîlîvriyê ye" bi kar anî wiha axivî: "Ger uk hevdîtinên ib parêzeran re nebe tu caran girtî hev nabînin. Hemû girtiyan yek bi yek dibin. Dema ku dibin derekî nahêlir kesekî din bibînin. Ya ku herî zêde tecrîd giran kir jî qada hevpar bû. Jibilî 3 mehên destpêkê hefteyê saetek û nîv em derdiketin. Beriya OHAL'ê ev 10 saet bû. Em dikarin bibêjin ku hemû mafên bi berxwedanê hatin bidestxistin hatin xespkirin. Heta ku OHAL bêdirêjkirin ev xespkirinên mafan jî hebin." 'JI IRMAK HÎNÎ KURDÎ BÛM' Aydogan ji bo rojên li girtîgehê jî diyar kir piranî pirtûkên ji pîrtukxaneyê xwestine û 4 rojnameyên ji wan re dihat dixwendin. Aydogan got ku bi Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel ve li heman odeyê mane û parlamentera Colemêrgê Selma Irmak jî demeke bi wan re maye û ji bo hînî kurdî bibe rojê 2 saet ji Irmak perwerdehiya zimanê kurdî girtiye. Yasîn Kobulan / Mehmet Şah Oruç - dîhaber