ÎHD: 2 hezar û 491 zarok girtî, 772 zarok hikûmxwar in 2017-04-22 13:37:19 STENBOL - Li gorî daneyên Wezareta Dadê ji 1'ê mijdara 2016'an li Tirkiye 2 hezar û 491 zarok girtî ne û 772 zarok hikûmxwar in. Komîsyona Zarokan a Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, xwest ji bo aştiya civak û zarokan mekanîzmayên nû têxin meriyetê. Komîsyona Zarokan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, bi minasebeta 23'ê Nîsanê Cejna Zarokan ji bo zarokên girtî li Pastexaneya Galatasarayê kart ji zarokan re şand. Endama Komîsyona Zarokan a ÎHD'ê Goksu Yilmaz, rapora îhlala mafên zarokan ji raya giştî re aşkere kir. Berî ku komîsyon kartan ji zarokan re bişîne endamên Komîsyonê li ber PTT'ê daxuyanî da. Endama Komîsyona Zarokan a ÎHD'ê Goksu Yilmaz, rapora bi sanvê "Divê zarok ne li girtîgehan bin, divê ji bo zarokan bunçe bê amadekirin" bi raya giştî re parve kir. Yilmaz, anî ziman ku li gorî xala 27'an a Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî gelek mafên zarokan li Tirkiye tê binpêkirin. Yilmaz, da zanîn ku li welatê wan her roj zarok mexdûr dibin wiha got "Li Tirkiye nifûs nêzî 25 milyon zarok in. Gelek mafên zarokan nayên dîtin. Zarok tên kuştin, rastî binpêkirina mafan tên. Lê ev nayê dîtin. CEMÎLEYA BEDENA WÊ DI SARINCA DE ZAROK BÛ Yİlmaz, bilêv kir ku Cemîleya neaşê wê di sarincê de hat veşartin, Berkin Elvanê dema çû nan bistîne hat kuştin, Ugur Kaymaz, Ceylan Onkol hêj zarok bûn hatin kuştin û wiha got: "Zarok hem tên kuştin hem tên girtin. Li girtîgehan zarok rastî îstîsmarê tên û mafê wan ê tenduristiyê tê binpêkirin. Li gorî îstâtîstîkan li Tirkiye ji 3 zarokan 2 zarok xizan in. Li gorî daneyên TUÎK'ê l Tirkiye nêzî 16 milyon zarokên xizan hene. Li tirkiye ji sedî 44,3 kesên xizan zarok in. Li gorî daneyên Rêxistina Xebata Navneteweyî (ILO) 168 milyon zarok karkerin. Li Tirkiye milyonek dixebitin. 'HER SAL HERÎ KÊM 650 ZAROK RASTÎ ÎSTÎSMARA ZAYENDÎ TÊN Yilmaz, da zanîn ku di sala 2014'an de li Tirkiye 40 hezar zarok rastî tacîzê hatin û di sala 2015'anr de 31 hezar û 337 zarokên jin hatin zewicandin û wiha got: "Li Tirkiye sûcdariya zayendî ji sedî 46 li dijî zarokan pêk tê. Her meh herî kêm 650 zarok rastî îstîsmara zayendî tên. Li Tirkiye 50 hezar zarokên koleyên seksê hene. Li gorî daneyên wezareta Malbat û civakê di sala 2015'an de 31 hezar û 337 zarok hatin zewicandin. Li Yilmaz, bilêv kir ku li gorî daneyên Wezareta Dadê ji 1'ê mijdara 2016'an li Tirkiye 2 hezar û 491 zarok girtî ne û 772 zarok hikûmxwar in. Yilmaz, wiha berdewam kir: "Divê em bi sûc û sucdariyê re bên rûqalî hev. Divê mekanîzmayên di lehê zarokan de bê sazkirin. Li Tirkiye rêjeya zarokên jin ên diçin lîse ji sedî 79,26'an e. Li Şirnexê ji sedî 62.92, Li Sêrtê ji sedî 57,6 li Bedlisê ji sedî 52, 69, li Agiriyê ji sedî 48,08,li Mûşê ji sedî 46 e. " Piştî daxuyaniyê komîsyonê li PTT'ê ji zarokên girtî re name şand8.