Xizmên windayan zarokên hatin qetilkirin bi bîr anîn 2017-04-22 14:33:48 AMED/ÎZMÎR- Xizmên windayan vê hefteyê jî li Amed û Îzmîrê aqûbeta windayan pirsîn. Di çalakiya Îzmîrê de bal kişandin zarokên hatine qetilkirin û komkujiya ermenan. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan vê hefteyê çalakiya 428'emîn bi slogana "Bila winda bê dîtin kryar bê darizandin" li avahiya ÎHD'ê li dar xistin. Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Adnan Orhan axivî û diyar kir ku 428 hefte ye aqûbeta windayan dipirsin û ji ber biryara walîtiyê destur nayê dayîn li derve daxuyaniyê bidin. Orhan destnîşan kir ku ew li kû derê bin jî aqûbeta windayên xwe bipirsin, li derve be jî hundir be jî çalakiya xwe bidomînin. Piştre rêveberê ÎHD'ê yê Amedê Emîn Ermîn jî çîroka qetilkirina Cemal Kavak ê di 24'ê Nîsana 1996'an de li Deriyê Çiyê ya Amedê dema ji qehwexaneyê derket û careke din jê agahî nehat girtin piştî demeke cenazeye wî hate dîtin parve kir. Ermîn da zanîn ku Kavak piştî ku ji qehwexaneyê derketiye li mînîbusa Îskanevlerî siwar bûye û piştre hevalên wî E.Y. û S.Y. dema ku ew li rawestgeha KUruçeşmeyê peya bûye dîtin, ji ber ku Kavak bi şev neçûye mala xwe sibetirê jî neçûye kar malbatê serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê daye. Ermîn da zanîn ku hewldanên malbatê bêencam maye û cenazeyê Kavak li Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê hatiye dîtin. Daxuyaniya vê hefteyê jî bi 5 deqîqe çalakiya rûniştinê bi dawî bû. ZAROKÊN HATIN QETILKIRIN BI BÎR ANÎN ÎHD a Îzmîrê jî ji bo balê bikişînin li ser windahiyên di bin çavan de û kuştinên kiryar nediyar li ber Sumerbanka Kevn a Konakê daxuyanî da. Di çalakiya vê hefteyê de parazvanên mafên mirovan bal kişandin li ser zarokên hatine qetilkirin û komkujiya ermenan. Serokê ÎHD'ê yê Îzmîrê Alî Aydin axivî û diyar kir ku Tirkiye bi hevkariya îradeya siyasî û darazê ve ji "dewleta neheqiyên qanûnî" ber bi "dewleta bêqanûnî" ya ku îktidarê di destê xwe de digire û dikare her tiştî bike ve diçe. Aydin bi munaseteya 23'yê Nîsanê Cejna Zarokan bang li dewletê û civakê kir xwest bi rastiya zarokên hatine windakirin ve rû bi rû be. Aydin wiha axivî: "Li vî axê zarokên ku mafê wan ê jiyanê di bin ewlehiya dewletê de ye ji aliyê hêzên ewlehiyê yên dewletê ve hatin binçavkirin. Bedenên wan ê biçûk li avahiyên aydî artêş û emniyetê ji îşkenceyên hovane hatin derbaskirin, hatin windakirin. Windakirina hin zarokan di fezlekeyên dozgeriyan de, di girtekên dadgehan de, di biryarên DMEE'yê de bi vekirî cih bigire jî di hiqûqa navxweyî de bêencam hatin hiştin." Aydin ê bal kişand li ser komkujiya ermenan jî wiha axivî: "Di 24'ê Nîsana 1915'an de bi fermana Wezîrê Karên Hundir Talat Beg ê hikûmeta îtihat û Terakiyê li Stenbolê 250 ermen ji malên xwe hatin binçavkirin. Lîsteya ermenên ku bên girtin beriya mehan bi rêveberiya Midûrê Şaxa Siyasî Reşat Bef ve hate amadekirin. Operasyon jî Midûrê Emniyeta Stenbolê Bedrî Beg bi rêve bir. Ev mirovên ku hatin binçavkirin tiştên ku bê serê wan hikûmet berpirsyar bû piraniya wan navdarên civaka ermen û rûspiyên wan bû. Ev kesên ku parlamenter, nivîskar, helbestkar parêzer, bijîşk, rojnamger, dermanfiroş, muzîkjen, weşanger û siyasetmedar bû di civaka osmanî de jî mejiyên herî ronî bûn. Ewil ew birin Girtîgeha navehdî ya Sultanahmetê. Piştre bi treneke taybet ve ber bi Enqereyê derxistin rê. Koma ji 158 kesan pêk tê sewqî Çankiriyê, 92 kes jî sewqî Ayaşê kirin. Ev mirovên di bin çavdêriyê de bûn ji wan 174 kes bi çavdêriya cendirme û polîsan birin geliyê tenha û daristanan li virhatin qetilkirin. Bedena wan ji bo di xwezayê de winda bibe hatin hiştin. Kevirê gora wan jî nebû. Li qeydên fermî de jî hate gotin ku firar kirine yan jî hatine berdan."