Nivîskarên kurd ên Îranî piştî hatin berdan dîl hatin girtin 2017-04-22 16:10:59 MÊRDÎN - Nivîskarên kurd ên Rojhilatî Jiyar Cihanferd û Hassan Balada ku hatin Mêrdîn û wêne kişandin hatin girtin, hatin tahliyekirin, lê 2 rojin li Midûrê Koçberiyê di bin çavan de tên girtin. Nivîskarên kurd ên Rojhilatî ku di 3'ê Çileya 2017'an de tabelaya çar zimanî ya şaredariya bajarê mezin kişandin û ji ber vê yekê hatin binçavkirin piştî 22 roj şûnde hatin girtin. Nivîskarên kurd di 20'ê Nîsanê de derketin pêşberî 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê. Cihanferd û Balada di rûniştina yekem de serbest hatin berdan. Lê tevî hatine berdan jî 2 rojin li Midûriyeta Koçberiyê ya Walîtiya Mêrdîn dên rawestandin. Parêzerê Cihanferd û Balada Necati Çıray, anî ziman ku di nava 48 saetan de divê heyeta dadgehê biryara wan a sînor bide û wiha got: "Em dê vê yekê îtîraz bikin. Piştî hatin berdan divê wan dersînor nekin. Em tê vê yekê îtîraz bikin û divê serbest bên berdan. Niha hatin berdan, lê li Îdareya Koçberiyê dîl tên girtin. Divê Cihanferd û Balada neyên dersînorkirin û ew bi dilê xwe vegerin warê xwe.