Aktîvîstê aştiyê Yannis Vasilis li Roboskê hat girtin 2017-04-22 21:34:53 ŞIRNEX - Aktîvîstê Aştiyê Yannis Vasilis Yaylali ku bi armanca piştevaniya gelê Roboskê li Roboskê bi cih bû hat girtin. Li Gundê Roboskê yê Qilebana Şirnexê Aktîvîstê Aştiyê û redkarê wîcdanî Yannis Vasilis Yaylali ku ji bo piştevaniya gelê Roboskê çûbû Roboskê bi cih bûbû hat girtin. Yaylali ku hat berdan û li ser îtîraza dozger dîsa hat binçavkirin li Dadgeha Sulh Ceza ya Şirnexê hat girtin. Yaylali şandin Girtigeha Tîpa T a Şirnexê.