Leşkerê li Pasûrê birîndar bû mir 2017-04-23 09:00:59 AMED - Li navçeya Pasûrê ya Amedê piştî li 8 gundan qedexeya derketina derve hat îlankirin û operasyona leşkeri hat destpêkirin şer derket. Di şer de 3 leşker birîndar bûn. Ji 3 leşkerên birîndar bûn yek jê mir. wLi gundên Yeşilkoy, Tepecik, Kuye, Arkatin, Eskar, Beyrok, Nerçîk û Nedera yên navçeya Pasûrê piştî qedexeya derketina derve hat îlankirin operasyon pêk hat. Piştî operasyonê li herêmê şer derket. Di şer de 3 leşkerên derketibûn operasyonê birîndar bûn. Ji 3 leşkerên birîndar bûn yek jê li nexweşxaneyê mir. Operasyon û dorpêça gundan didome.