Girtiyê ket greva birçîbûnê avêtin hucreyê 2017-04-23 10:15:46 ENQERE - Rêveberiya Girtîgeha Amasya, piştî girtiyên siyasî Şahîn Tanriverdî û Kadrî Kaplan ên li Girtîgeha Amasya ketin çalakiya greva birçîbûnê ew avêtin hurceyê. Hemû alav û amûrên girtiyan jî desteser kirin. Nêzî 300 girtiyên siyasî ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, operasyonên siyasî, leşkerî, dorpêça gundan bi dawîbibe û zextên li ser girtiyên siyasî bi dawî bibe dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û piştî roja 64'an li ser daxuyaniya KCK'ê û Denîz Kaya dawî li çalakiyê anîbûn. Piştî çalakiya greva birçîbûnê girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Amasya ketin grevê rastî cezayê hucreyê hatin. Rêveberiya Girtîgeha Amasya, piştî girtiyên siyasî Şahîn Tanriverdî û Kadrî Kaplan ên li Girtîgeha Amasya ketin çalakiya greva birçîbûnê û piştî dawî li çalakiyê anîn ew avêtin hurceyê. Hemû alav û amûrên girtiyan jî desteser kirin. Hat zanîn ku roja girtiyên siyasî dest bi çalakiyê kirin ew avêtin hucreyê. Piştî ew avêtin hucreyê hemû alavên wan jî desteser kirin. Girtiyê siyasî Şahîn Tanriverdi bi riya telefonê agahî da dayika xwe Nevin Tanriverdî û anî ziman ku zextên li ser girtiyan zêdetir bûye. Tanriverdî anî ziman ku wî û hevalê xwe Kaplan di 17'ê Nîsanê de dest bi çalakiyê kirin û roja dest bi çalakiyê kirin ew avêtin hucreyê û hemû mafê wan û alavên wan ji destê wan hatiye girtin. Tanriverdî da zanîn ku 6-7 gardiyanan bi ser odeya wan de girtiye û hemû alavên wan desteser kirine û niha di hucreyê de tên girtin. Dayika Şahîn, Nevin Tanrıverdî jî anî ziman ku zextên li ser girtiyan hed û hesabê wan tune û girti rastî îşkenceya giran tên. Tanriverî bagn li hemû girtiyan, parazvanên mafên mirovan û saziyên sivîl ên civakî kir û xwest bêtir dengê xwe bilind bikin.