Desteya Parastina Cizîrê rizgarkirina Tişrîn û Hezîmê pîroz kir 2017-04-23 11:25:13 NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Parastinê ya Katona Cizîrê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk li eniyên şer ê Bakurê Reqqa ziyaret kir û rizgarkirina bajarokê Tişrîn û Hezîme pîroz kir. Şandeya ku ji Hevserokê Desteya Parastinê yê Kantona Cizîrê Rêzan Gulo û hin rêveberên erka xweparastinê de pêk hat, hêzên QSD'ê ziyaret kir. Heyet ji aliyê Fermandarê QSD`ê Ebû Mihemed El-Erab ve hatin pêşwazîkirin. Di serdanê de Hevserokê Desteya Parastinê axivî û destpêkê hêzên QSD`ê Ii ser rizgarkirina gelek gund û bajarokan di qonaxa çaremîn a hemleyê de pîroz kirin. Gulo da zanîn ku qonaxa çaremîn a Xezeba Firatê ya bi destekdayîna hêzên koalîsyonê destkeftiyên mezin qezenc kirin û di demeka kurt de bi hezaran sivîl ji çeteyan rizgar kir. Di dawiya serdanê de Serokê Desteya Parastinê yê Kantona Cizîrê Rêzan Gulo destnîşan kir ku QSD`ê li gor derfetên heyî desteke dide koçberan lê dîsa rewşa wan xerabe û lewma bang li hemû rêxistinê mirovahî kir ku alîkarî bidin koçberên derbasî herêmên QSD`ê bûne.