Zarokê di teqînê de birîndar bû hêj rewşa wî xeter e 2017-04-23 13:02:08 ŞIRNEX - Zarokên bi navê Emre Bozveren (10) û Mehmet Barim (11) ên dema li sergoya Tabura Îkizceya Bajaroka Dêrgulê di teqînê de birîndar bûn hêj li nexweşxaneyê tên dermankirin. Li Bajaroka Dêrgula Şirnexê zarokên bi navê Emre Bozveren (10) û Mehmet Barim (11) bi giranî birîndar bûn û Huseyin Acet (12) û Cumali Kalkan (11) jî sivik birîndar bibûn. Piştî dermankirinê zarokên sivik birîndar ketibûn ji nexweşxaneyê derketin, Emre Bozveren li Nexweşxaneya Şirnexê, Mehmet Barim jî rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê. Bozveren ji ber ku di serê wî de perçeyek heye bijîşk nikarin mudaxaleyê bikin û hêj bi awayek razayî di lêgerîna lezgîn de ye. Rewşa Barim ê piştî Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê rakirîn Fakulteya Tibê ya Zaningeha Dîcleyê jî, ber bi başiyê ve diçe.