2 welatî li Pasûrê hatin binçavkirin 2017-04-23 13:48:02 AMED - Li 8 gundên navçeya Pasûrê qedexeya derketina derve didome. Piştî qedexe hat îlankirin li heremê operasyon didomin. Di operasyonê de leşkeran bi ser malan de girt û 2 welatî binçav kirin. Walîtiya Amedê di 21'ê Nîsanê de li gundên Delit, Masirto, Kuye, Arkatın, Eskar, Beyrok, Nerçîk û Nedera yên Pasûrê qedexeya derketina derve îlan kiribû. Piştî qedexe hatin îlankirin li herêmê operasyona leşkerî hat destpêkirin. Leşkeran di operasyonê de bi ser gundê Eskarê de girt û welatiyen bi navê Îskender Yaman û Fuat Guzel binçav kirin. Welatî Yaman û Guzel piştî demekê li herêma operasyonê hatin rawestandin piştre birin Fermandariya Cendirmeyan a Pasûrê. Sedema binçavkirina şivanê gundê Eskarê Guzel û welatiyê gundê Eskarê Yaman nehat zanîn. Operasyona leşkerî li herêma gundê Kuyê û Eskarê zêde bûye. Di operasyonê de leşkerek mir û 2 leşker jî birindar bûbûn.