Ziyareta parlamenterên HDP'ê ya Girtîgeha Kandira asteng kirin 2016-11-30 13:48:44 STENBOL Rayedarên girtîgeha Kandira destûr nedan parlamenterên HDP'ê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag ziyaret bike. Buroya Çapemeniyê ya HDP'ê têkildarî ziyareta parlamenterên HDP'ê ya Girtîgeha Kandira daxuyanî da. Buroya Çapemeniyê diyar kir ku Cîgira Seroka Koma HDP'ê Çaglar Demirel û parlamenterên HDP'ê Mahmut Togrul, Dirayet Taşdemir, Ali Atalan, Îbrahim Ayhan û Berpirsiyara Hiqûqê ya HDP'ê Aysel Tugluk ji bo Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ziyaret bikin çûn Girtîgeha Kandirayê, lê rayedarên girtîgehê destûr nedan ku heyet parlamenteran ziyaret bike. Buroya Çapemeniyê dîmenên di navbera heyet û cendirmeyên girtîgehê de jî parve kir. Dîmenên heyetê ji aliyê Parlamenterên Rihayê Îbrahim Ayhan hat parvekirin. Di dîmeman de jî tê dîtin ku rayedarên cendirmeyan destûr nadin wekîl biçin girtîgehê.