Fermandarên DAIŞ'ê Reqa vala dikin û direvin 2017-04-24 09:13:54 REQA - Şervanên Xezeba Firatê yên QSD'ê piştî Tebqa rizgar kir, fermandar û endamên DAÎŞ'ê ji Tebqa direvin û ber bi bajarê Dêr El Zorê ve direvin. Tê diyarkirin ku DAIŞ êdî dê Dêra Zorê bike navenda xwe. Şervanên Hêzên Sûriyiya Demokratîk (QSD) yên di Odeya Operasyona Xezeba Firatê de cih digirin, piştî Tebqa ji destê DAÎŞ'ê rizgar kirin, fermandar û endamên DAÎŞ'ê Dêr El Zorê. Bi pêngava Xezeba Firatê re ku rewşa DAIŞ'ê ya bi giştî û bi taybetî jî leşkerî pir lawaz bûye, dikevin nav hin hewildanên cuda. Hêza DAIŞ'ê heya astekî şikestiye û êdî wek e berê nikare li ber xwe bide. Ger pêşketina şervanên Odeya Xezeba Firatê be û ger jî operasyona Musilê berdewam dike be, dibe sedema ku nakokiyên mezin di nav çeteyan de derxe. Ji ber van sedeman, Emîrên DAÎŞ'ê neçar dimînin ku bajarê Reqayê vala bikin û di Dêra Zorê de bicih bibin û êrîşên xwe yên li Reqayê ji wir koordîne bikin, heta niha zêdetirê 150 emîrên DAIŞ'ê yên payabilind ji Reqayê reviyane Dêra Zorê. DAÎŞ DÊ DÊRA ZORÊ BIKIN NAVENDA XWE Operasyona Xezeba Firatê ku her çiqas pêşve diçe, endamên DAIŞ'ê jî hewil didin ku navend an jî peytexta xwe ya leşkerî Dêra Zor îlan bike. Lewra endamên DAIŞ hêza wî ya li Reqayê hem di hêla moral û motîvasyon û hem jî di hêla leşkerî de şikestiye. DAÎŞ êdî ber bi Dêra Zorê ve direvin, li bajaroka El Meyadînê dest datînin ser xanî û malên niştecihên bajarokê. DAIŞ ji bo tirs û xov li ser niştecihan bike û hakimiyeta xwe bike, pêkanînên cur bi cur li ser niştecihan dike. DAÎŞ, li Kolana Tekaiya bajaroka El Meyadînê bi hinceta cixare kişandiye 30 qirbaç (şiv) li niştecihê taxê ceza kirine. Dîsa bi cezayên cur bi cur dixwazin tirs bixin dilê gel. BI MAŞOKAN ÊRÎŞÎ NOKTEYÊN REJÎMÊ DIKE DAIŞ'ê ji bo hakimiyeta xwe ya li ser Dêra Zorê bike, bi moşekan êrîşê noqteyên rejîmê dike. Hat diyarkirin ku li herêma El Xîr a dikeve başurê bajarê Dêra Zorê endamên DAIŞ'ê tangekî rejîmê rûxandin. Li gor hin nûçeyên di ragihandinê de hatî weşandin, Emîrên DAIŞ'ê Ebû Bekir El Bexdadî ji Musilê reviyaye herêma sînorê Suriyê. Tê gotin ku ev agahî jî teqez dike ku Bexdadî li Dêra Zorê bicih bûye û êdî Dêra Zor wek e peytexta xwe îlan bike. Li gor agahiyan, Amerîka bi Urdunê re, li Deriyê Tenev a başurê Suriyê civînek çêkirine û ji bo zêdetir êrîşên xwe li ser DAIŞ'ê bikin, hevpeymanek hatiye çêkirin. Erdogan Altan - dihaber