Li dijî çiyayê Kato Jîrka operasyona bejahî 2017-04-24 12:33:14 ŞIRNEX - Li herêma çiyayê Kato Jîrka bi tevlîbûna leşker û cerdevanan operasyona bejahî hat destpêkirin. Li çiyayê Kato Jîrka yê navçeya Elkê ya Şirnexê serê sibê bi tevlîbûna sedan leşker û cerdevanan operasyona bejahî hat destpêkirin. Hate hînbûn ku operasyon ji aliyê gundê Germav û Geznexê ve destpê kiriye û bi awayekî berfireh didome. Beriya ku operasyon bê destpêkirin herêma Kato Jîrka ji aliyê balefirên şer ve hat bombebarankirin.