Dawiya dawî MOBESE bi mînareya mizgeftê ve jî kirin 2017-04-24 14:36:27 COLEMÊRG - Li gundê Şapatan a Şemzînanê bi fermana Fermandariya Cendirmeyan MOBESE li mînareya mizgeftê hat bicih kirin û welatî 24 saetan tên şopandin. Li gundê Şapatan ya Şemzînana Colemêrgê ku navnîşana operasyonên leşkerî ye li mînareya mizgefta gund jî MOBESE hatin bicihkirin û 24 saet gund dê şopandin. Komên ku beriya rojekê hatin gund li ser fermana Fermandariya Cendirmeyan a navçeyê ve MOBESE li mînareya mizgeftê hatiye bicihkirin. Welatiyên navçeya ku xwedî 5 hezar nifûse, ji ber 24 saetan tên şopandin bi bertekin.