Li Hezroyê 2 kes hatin binçavkirin 2017-04-24 19:52:14 AMED - Li gundê Helhelê yê Hezroyê, di serdegirtina malan de 2 gundî hatin binçavkirin. Li gundê Helhelê yê Hezroya Amedê, îro danê sibehê di serdegirtina malan de gundiyên bi navê Cengiz Ugurlayan û Erdal Tekin hatin binçavkirin. Tekin û Ugurlayanê mebesta binçavkirina wan nehat zanîn, şandin Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê.