Operasyonên leşkerî gundî bêzar kirin 2017-04-25 09:09:36 AMED - Niştecihên gundê Şelê yên ku tenê çavkaniya debara wan sewalvaniye, ji ber zêdebûna operasyonên leşkerî nikarin biçin zozanan û ji ber ku qadên wan ên jiyanê tên bombebarankirin, jiyana wan di talûkeyê de ye. Li navçeyên Licê, Pasûr û Hênê yên Amedê bi îlankirina qedexeyên derketina derve, operasyonên leşkerî tên lidarxistin. Gundiyên herêmê li gel van operasyonan jî, heywanên xwe ji bo çêreyê derdixin. Gundiyan diyar kir ku ji ber ew nikarin biçin zozanan, rojane heywanên xwe dibin cihên çêre lê hene û gptin, heke operasyon wisa bidomînin ew ê bi birçîbûnê re rû bi rû bimînin. ANONSÊN 'HEYWANAN DERNEXIN' Nişteciha gundê Şelê yê navçeya Hênê Bilgen Kaçmaz, anî ziman ku tenê çavkaniya debara wan sewalvanî ye û got, ji ber zêdebûna operasyonên leşkerî gundê bi zor û zehmetiyan re rû bir û dimînin. Kaçmaz, diyar kir ku nahêlin ew heywanên xwe ji bo çêrê derxînin zozanan û wiha axivî: "Em guh nadinq edexeyan û diçin çiyayan. Lê belê dilê me nerihet e. Zarokên me yên sibehêd erdikevin em dibêjin gelê dê êvarî vegerin an na. Dema operasyon dest pê dike, serê sibê anonsên wek 'îro heywanên xw edrenexînin' dikin. Bihar hat, lê heywanên me di hundur dene. Em ê çawa wan di hundur de xwedî bikin. Ma mirov dikare heywanan di hudnur de ragire?" 'BILA LEŞKER QADÊN ME YÊN JIYANÊ BITERIKÎNIN' Kaçmaz, dest nîşan kir ku ew naxwazin gundên xwe biterikînin û got, bi operasyonan re li gund çewisandin zêde bûne û mebesta van çewisandinan jî ew e ku, ew gundê xw ebiterikînin. Kaçmaz, diyar kir ku di 3 salên dawîn de ji ber pevçûnan xweşikî ew nikarin heywanên xwe bişînin zozanan û wiha bertek nîşan da: "Berê zozanên me hebûn. Em heta Cejna Qurbanê diman. Me heywanên xwe difirotin û em vedigeriyan. Dest û piyên me girêdan, ji ber em nikarin biçin zozanên xwe êdî em nikarin debara xwe jî bikin. Dema leşker derdikevin operasyonê em diqilqilin. Çimkî zarokên me heywanan diçêrînin, em ditirsin gelê tiştek hatiey serê wan an na. Dema operasyon çêdibin şivanên me binçav dikin. Çi bikin jî em dernakevin. Em dixwazin operasyon rawesin û em bi rihetî li gundê xwe bijîn. Ne em, divê ew qadên me yên jiyanê biterikînin. Çi karê leşkeran li zozan û çêreyên me, li çiyayên me hene." 'EM BI DENGÊ HELÎKOPTERAN HIŞYAR DIBIN' Ji gundiyên ku nikarin biçin zozanan Aynur Kaçmaz jî diyar kir ku, ew her roj bi dengê helîkopteran hişyar dibin û wiha axivî: "Li gundê xwe dest û piyên me girêdayî ne, em nikarin tiştekî jî bikin. Ji bo xebatê zarokên me ji mecbûrî derdikevin derveyî gund. Dema em heywanên xwe dibin çiyayan em bi bombebaranê re rû bi rûd imînin. Heywanên me telef dibin. Em nikarin biçin çiyê û êzingan jî berhev bikin. Em nikarin ji bo çêrê heywanên xwe derxînin. Li gund çi tiştê ji bo debarê hebe , li pêşberî wan dibin asteng. Em ê qethiyen gundê xwe neterikînin, çi dikin bila bikin." Canan Efe - dîhaber