Polîsan êrîşî kesên bûyer şermezar kirin, kir: 24 kes hatin binçavkirin 2016-11-30 15:40:10 ENQERE - Girseya ku xwest şewitîna xwendekarên li Edeneyê şermezar bikin û meşiyan ber Wezareta Perwerdehiyê ya Neteweyî rastî êrîşa polîsan hatin û 24 kes hatin binçavkirin. Girseya ku xwest şewitîna wargeha xwendekaran a li Edeneyê ku 11 xwendekar û xebatkarek wargehê jiyana xwe ji dest dan şermezar bikin, li ber avahiya Wezareta Perwedehiyê ya Neteweyî kombûn. Polîsan destûr neda girse li ber avahiya wezaretê kom bibin û bi bombeyên gazê êrîşî girseyê kirin. Polîsan di êrîşê de 24 kes bi derpkirinê binçavkirin.