Li Rihayê 4 kes hatin girtin 2017-04-25 18:27:04 RIHA - Li Rihayê, 4 kesên ku 11 roj berê hatibûn binçavkirin hatin girtin. Li navçeya navendî Eyyubiye ya Rihayê, 4 kesên ku di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, piştî 11 rojên binçavkirin sewqî dozgeriyê hatin kirin. Mehmet Emin Yildirim bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" û Mikail Taş, Hayrettin Ertunç û Ziya Bugur jî bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Her 4 welatî bi heman îdiayan hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa T a Hîlwanê.