Ji ber parvekirinên li ser tora civakî ceza girtin 2017-04-26 13:39:54 EDÎRNE - Derbarê welatiyên bi navê Feyyaz Aras û Yusuf Salhan de ji ber parvekirinên wan ên li ser tora civakî bi îdîaya “Propagandaya rêxistinê kirine” doz hatibû vekirin û salek 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê hat dayîn. Derbarê welatiyên bi navê Feyyaz Aras û Yusuf Salhan de ji ber parvekirinên wan ên li ser tora civakî bi îdîaya “Propagandaya rêxistinê kirine” doz hatibû vekirin û doz li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Edîrneyê hat dîtin. Heyeta dadgehê salek 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê da Aras û Salhan.