Pêşengên êlên ereb êrîşên Tirkiyê şemezar kirin 2017-04-26 15:23:57 QAMIŞLO – Nûnerên pêşengên êlên ereb a Kantona Cizîrê û Saziya Ciwanan a Lihevkirina Niştimanî ya Kantona Cizîrê êrîşên li ser Çiyayê Qereçox a Dêrik wekî êrîşeke li dijî hemû pêkhateyên Rojava bi nav kir bang li Koalîsyona Navnetewî kir ku herêmên ji balafiran parastî li Bakurê Sûriyê ava bike. Komek nûnerên pêşengên êlên ereb ên Kantona Cizîrê li taxa Qenat Siwês a bajarê Qamişlo kom bûn û êrîşên li ser Çiyayê Qereçox bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Nûneran di daxuyaniyê de diyar kirin ku êrîşên Tirkiyê yên li ser bargehên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin dijminahiya li hember hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê ye, her wiha êrîşeke li dijî îradeya gelê herêmê yên xwedî projeya çareseriya aloziya Sûriyê û Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ye. Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em wekî nûnerên ereb ên Kantona Cizîrê, Saziya Ciwanan a Lihevkirina Niştimanî ku ji kurd, ereb, suryan, asur, isalam, xiristiyan û êzidî pêk tê, êrîşên newêrek ên li ser bargehên Yekîneyên Parastina bi tundî şermezar dikin. Bi destê van yekîneyan aramî û aştiya li herêmê pêk hat û bûye semboleke niştimanî û cîhanê li hember terorê. Em bi dengekî bilind bang dikin ku em li derdora yekîneyên xwe û Hêzên Sûriyeye Demokratîk ên li niha şerê terorê li Reqqayê dike bin.” Nûnerên Rûspiyên êlên ereb a Kantona Cizîrê û Saziya Ciwanên Lihevkirina Niştimanî ya Kantona Cizîrê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li civaka navdewletî kir ku rê li ber kiryarên artêşa Tirk ên li ser gelê Sûriyê bigire û ev tişt gotin “Dîroka reş dûbare dibe, di heman roja salvegera komkujiya Tirkyaya faşîzim a beriya 102 salan li dijî ermanan, ev êrîş pêk hat. Em bang li Koalîsyona Navnetewî dikin ku ji bo tunekirina terorê û rizgarkirina Reqqa û Dêra Zorê herêmên ji balafiran parastî li Bakurê Sûriyê ava bike.”