Sal û 3 meh ceza li Mamoste Ayşeyê ya ku got 'Bila zarok nemirin' hat birîn 2017-04-26 20:34:47 STENBOL - Li Ayşe Çelik a ku bi riya telefonê li bernameya Beyaz Showê geriya, ji ber qedexeyên derketina derve yên li bajarên kurdan vegotin û got "Bila zarok nemirin" bi hinceta "Propagandaya rêxistinê" sal û 3 meh ceza lê hat birîn. Her wiha 38 rewşenbîrên ku ji bo piştevaniya Çelîkê xwe îxbar kirin jî beraet kirin. Mamoste Ayşe Çelik a ku bi riya telefonê li bernameya Beyaz Showê ya ku di Qenala D'yê de tê weşandin geriya û ji ber balê kişand ser qedexeyên derketina derve yên li bajarên kurdan û got "bila zarok nemirin", bi hinceta "Propagandaya rêxistinê" doz lê hatibû vekirin. Her wiha der barê 38 rewşenbîrên ku ji bo piştevaniya Çelîkê îxbara xwe kiribûn de jî doz hatibû vekirin. Doza ku îro li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoya Stenbolê hat dîtin, piştî parêziya Çelîkê bi parêziya parêzeran berdewam kir. Piştî parêziya Mamoste Ayşeyê, parêzeran jî parêzî kir. Parêzer Mahsuni karaman di parêziyê de dest nîşan kir ku, di naveroka axaftina ku hatiye kirin de bi tu awayî pesinandina rêxistinekê, şidet û cebîrê di xwe de nahebîne. Parêzer Alişan Şahin jî, dema parêzî dikir serokê dadgehê mudaxileyî wî kir. Dema Şahin di parêziyê de got "Meqama îdiayê ya ku ev îdianame amadekiriye jî bawerî vê îdianameyê nake" serokê dadgehê mudaxile kir û wiha got: "Tu gotinê ji mexsedê wirdetir dikî." Şahîn jî wiha bersiv da: "Birêz serok min ev gotin di wateya ku meqama îdiayê ya ku îdianame amadekiriye jî bawerî vê îdianameyê nake de gotin." Serokê Dadgehê jî dubare bersiv da û wiha got: "Hûn nikarin beyanên ku dadgehê hedef digirin bikin." Şahîn jî diyar kir ku heke wî wan hedef girtibe dikarin giliyê wî bikin. Lê li ser vê serokê dadgehê xwest Şahin derkeve derve. Piştî parêziyê, heyeta dadgehê birayara xwe daxuyand. Di biryarê de bi hinceta "Propagandaya rêxistinê" sal û 3 meh ceza li Çelikê hat birîn û her wiha bersûcên din jî beraet kirin.