Rûsya: Operasyonên Tirkiyeyê yên li Şengal û Qereçoxê nayên qebûlkirin 2017-04-26 20:58:37 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, li dijî êrîşa hewayî ya Tirkiyeyê ya li hemberî Rojava û Şenglê bertek nîşan da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Operasyonên Tirkiyeyê yên li Şengal û Qereçoxê nayên qebûlkirin." Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, li dijî operasyona artêşa tirk a li Rojava û Şengalê bertek nîşan da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji ber van gavên Tirkiyeyê şik û gumanên me hene. Operasyonên li Şengal û Qereçoxê nayên qebûlkirin. Operasyon rageşiya li herêmê gur dikin. Gavên Tirkiyeyê xizmeta têkoşîna hevkariyî nakin."