40 sal di ser '1'ê Gulana Xwînbar' re borî lê... 2017-04-27 09:21:21 STENBOL - Di ser 1'ê Gulana 1977'an a ku wek "1'ê Gulana Xwînbar" tê zanîn re 40 sal derbas bûn. Ji wê rojê heta niha Qada Taksîmê ya ku dem bi dem ji karkeran re dihat qedexekirin, îsal jî hat qedexekirin. Kedkaran biryar dan ku li Bakirkoyê bi dirûşmeya "Na'ya xwe jî bi xwe re bîne û were" pîroz bikin. Li Tirkiyeyê 1'ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê, ji sala 1977'an heta niha bi komkujî, çewisandin, astengî û qedexeyan derbas bû. Di 1977'an de li Qada Taksîmî gule bi ser karkeran hat reşandin û di vê gulebaranê de 34 karker hatin qetilkirin, 136 karker birîndar bûn. Û di dîroka Tirkiyeyê de ev wek "1'ê Gulana Xwînbar" cihê xwe girt. Piştî bûyeran 470 kes hatin binçavkirin û 40 sal in hîn jî nehatiye tespîtkirin ku kî gule berdane. Piştî komkujiya li Qada Taksîmê, karker û kedkar Qada Taksîmê wek "Qada 1'ê Gulanê" bi nav kirin û her sal li vê qadê pîrozbahiyên xwe kirin. Pîrozbahiya 1978'an a li Qada Taksîmê veguherî bîranînê û Fermandariya Rêveberiya Awarte ya wê demê di sala 1979'an de Qada Taksîmê ji karkeran re qedexe kir. Bi derbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'an re ev qedexe bi temamî kiraseke sazîbûyîniyî li xwe kir. Lê belê, kedkar û karker li gel qedexeyan jî tim tim biryardariya xwe ya ku 1'ê Gulanê li Taksîmê pîroz bikin domandin. Di 1'ê Gulana 1989'an de dema ku karkeran xwest ji Beyogluyê derbasî Taksîmê bibin, li Kasimpaşayê polîsan mudaxileyî wan kir û di vê mudaxileyê de, li Şîşxaneyê bera Mehmet Akif Dalciyê 18 salî dan û Dalci hat qetilkirin. Di sala 1996'an de jî li Kadikoyê bi awayekî girseyî mîtîngek hat lidarxistin û polîsan bi guleyan bera 150 hezar karkerên ku liv ir kom bûbûn dan. Li vir kesên bi navê Dursun Odabaşi, Yalçin Levent û Hasan Albayrak hatin qetilkirin. PIŞTÎ 33 SALAN QAD BÛ YA KARKERAN Piştî 33 salan, karker û kedkarên ku qet dev ji pîrozbahiya li Qada Taksîmê bernedan, di sala 2010'an de cara ewil bi beşdarbûyîna milyonan 1'ê Gulanê li Qada Taksîmê pîroz kirin. Lê piştî 3 salan, di sala 2013'an de Walîtiya Stenbolê projeya peyayan a li Taksîmê wek behane nîşan da û pîrozbahiyên 1'ê Gulanê qedexe kirin. Piştî pîrozbahiya 3 salan, wê salê careke din bûyer xwe dan der. Her çi qas Walîtiya Stenbolê û Muduriyeta Polîsan a Stenbolê hem riya bejahî, hem riya behrê û hem jî riya veguhastina birayî girtin jî, lê karker û kedkar di riyên alternatîf de xwe gihandin Taksîmê. Polîsên ku nehiştin karker û kedkar têkevin taksîmê, bi gaza îsotan, ava şid û guleyên plastîk êrîşî karker û kedkaran kirin. Di vê mudaxileyê de herî kêm 100 kes hatin binçavkirin û bi dehan welatî ku yên rewşa wan giran jî di nav de birîndar bûn. Her wiha, li Tarlabaşiya Beyogluyê bombeya gazê li serê Dilan Alp a 17 salî ket û bi giranî birîndar bû. Piştî tedawiya bi rojan Alp ji nexweşxaneyê hatibû tabûrcûkirin. KARKER JI BO TAKSÎMÊ BI ISRAR IN Ji sala 2013'an heta niha tim bi hincetên cuda Qada Taksîmê ji karkeran re hat qedexekirin û îsal jî bi hinceta "ewlehiyê" hat qedexekirin. Piştî biryara qedexeyê Serokê DÎSK'ê Kani Beko, ji bo mijarê hevdîtin bi Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu re hevdîtin çêkir. Piştî hevdîtinê, hat ragihandin ku dê 1'ê Gulanê li Qada Taksîmê neyê pîrozkirin. Hikûmetê ji bo Qada Taksîmê daxuyeniyên wek "Taksîm ne qada mîtîngê ye" dabûn, lê belê piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê ev qad gelek caran ji bo çalakiyên cur be cur û mîtîngan hatibû vekirin. Piştî vê biryarê DÎSK, KESK, TMMOB û TTB biryar dan ku ew ê îsal bi dîrûşmeya "Na'ya xwe jî bi xwe re bîne û were" 1'ê Gulanê Bazara Gel a Bakirkoyê pîroz bikin. Lê belê, karkerên ku diyar kirin ew dev ji vê sewdaya xwe ya Taksîmê bernadin û dê roja şemiyê saet di 11.00'an de li Hevraza Kazanciyê kesên di 1'ê Gulana 1977'an de hatin qetilkirin bi bîr bînin.