‘Di doza Yasin Boru de edalet bi alîgirî xebitî' 2017-04-27 09:23:53 ENQERE - Parêzer Emin Çoban ê di doza Yasin Boru de parêzeriya hin bersûcan dike, dest nîşan kir ku der barê gelek kesên ku di dema çalakiyên Kobaniyê de hatin kuştin de lêpirsîn û doz nehatine destpêkirin û wiha got: "Edalet bi alîgirî xebitî." Di doza Yasin Boru de ji parêzerên bersûcan Muhammet Emin Çoban wiha got: "Ji bo hin derdoran aş û tepeser bikin diji bo dosyeyê bersûc afirandin. Bi rastî kesên eleqeya wan pê tune ye di nav vê dosyeyê de ne û niha ceza li wan hatiye birîn." Di çalakiyên Kobaniyê yên Cotmeha 2014'an de 46 kes miribûn. Di nav kesên mirin de Yasin Boru jî hebû û navê wî tim ji aliyê hikûmet û çapemeniya nêzî hikûmetê ve hat gotin. Di doza ku der barê mirinan de li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin de, ji 41 bersûcan li 16 kesan 5 caran cezayê muebeta giran û li 2 kesan jî cezayê muebeta giran hat birîn. Parêzerê hin bersûcan Muhammet Emin Çoban, dest nîşan kir ku di pêvajoya dozê de edalet bi awayekî aligirî xebitiye. Çoban, ragihand ku piştî bûyerê bi 3 rojan li cihê bûyerê lêkolîn hatine kirin û got, 2 meh şûn de jî binçavkirin û girtin çêbûne, piştî bûyerê bi salekê jî îdianame hatiye amadekirin. 'JI BO DOSYEYÊ BERSÛC HATIN AFIRANDIN' Çoban, diyar kir ku dosye li ser îfadeya 2 bersûcan çêbûye û got, lê belê paşê bersûcan di dadgehê de diyar kriiye ku ev beyan ne aîdî wan in, îfadeyên polîsan e. Çoban wiha domand: "Polîsan tenê wêneyên kesên li derdorê yên berê qeyda wan a sabiqeyî li muduriyeta polîsan hebûye dan ber wan û gotine 'tu van van kesan nas dikî yan na?' Bi awayekî derusûlî teşhîs hatiye kirin û ji bo dosyeyê gelek bersûc afirandine." 'LI KESÊN KU ELEQEYA WAN PÊ TUNE YE CEZA HAT BIRÎN' Çoban, diyar kir ku wan qeydên HTS'ê yên muwekîlên xwe xwestine û di encamê de derketiye ku roja bûyerê tu muwekîlekî wî jî ne li cihê bûyerê bûye û wiha got: "Ji bo hin derdoran aş û tepeser bikin diji bo dosyeyê bersûc afirandin. Bi rastî kesên eleqeya wan pê tune ye di nav vê dosyeyê de ne û niha ceza li wan hatiye birîn." 'ŞAHIDÊ NEPEN GOT XEBATKARÊ DADGEHÊ JÎ LI CIHÊ BÛYERÊ BÛYE' Çoban, diyar kir ku ji bo peywirê polîsekî sivîl û xebatkarekî edliyeyê jî li nav bersûcan dane rûniştandin û got, şahidekî nepen ê di dosyeyê de cih digire gotiye wî vî polîsê sivîl û xebatkarê edliyeyê jî li cihê bûyerê dîtine. 'EDALET BI ALÎGIRÎ XEBITÎ' Çoban, anî ziman ku der barê kesên din ên di dema çalakiyan de mirin lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Çoban wiha axivî: "Ewqas mirov mirin, lê belê der barê hin mirovên komên diyar de lêpirsîn hatiye birêvebirin û doz hatiye vekirin. Malbatên mirovên din ên mirin jî bûn daweker, lê berlê tu lêpirsîn nehat vekirin. Edalet bi alîgirî dixebite. Der barê mirovên din ên mirin nedestpêkirina lêpirsînê, bêyî delîl û bi awayekî derhuqûqî birîna cezayên giran jî nîşan dide ku edalet û huqûq bi alîgirî dixebite." Çoban, anî ziman ku ew ê îtirazî van cezayan bikin.