YSK'ê, hinceta xwe ya der barê redkirina serlêdana CHP'ê de daxuyand 2017-04-27 20:03:35 ENQERE - YSK'ê, hinceta xwe ya der barê redkirina serlêdana CHP'ê ya ku ji bo nûkirina hilbijartinê hatibû kirin de daxuyand. Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), hinceta xwe ya der barê redkirina serlêdana CHP'ê ya ku ji bo nûkirina hilbijartinê hatibû kirin de daxuyand. YSK'ê di daxuyaniyê de wiha got: "Bi awayekî tam şert û mercên derqanûniyê xwe nedane der." Daxuyaniya YSK'ê wiha ye: 'PUSÛLEYÊN BÊMOHR DI HILBIJARTINÊN BERÊ DE JÎ HATIBÛN BIKARANÎN' YSK'ê, der barê derbasdarbûyîna pusûleyên dengan ên bêmohr de wiha got: "Di salên berê de jî biryarên bi vî rengî ji aliyê lijneya bilind ve hatibûn dayîn." Her wiha YSK'ê, dest nîşan kir ku ev biryar berî ku encamên sindoqan diyar bibin hatiye dayîn. YSK'ê wiha got: "Der barê îdiayên rênegirtine li ber nesererastkirinên ku di daxwaznameya serlêdanê de cih digirin de, ji ber ku agahî û belgeyên şênber nehatine berpêşkirin, ev îdiayên di wesfeke razber de ne, di warê encama hilbijartinê de wek rewşeke bandorker nehatine dîtin." DAXUYANIYA DER BARÊ BIKARANÎNA MOHRA 'ERÊ' DE YSK'ê, li ser îtiraza CHP'ê ya ji dêvla mohra "Tercîh"ê belavkirin û bikaranîna mohra "Erê" de jî wiha got: "Mohra 'Erê' ya ku di dema dengdayînê de hat bikaranîn, di wesfa îşareta ku vîna hilbijêr dide der de ye. Ji dêvla mohreke din bikaranîna mohreke din, ne di wesfa ku bandorê li vîna hilbijêr bike de ye û biryara derbasdariya pusûleyên dengan ên ku bi mohra 'Erê' hatine mohrkirin hatiye dayîn."