YSK'ê, encama referandûmê aşkere kir 2017-04-27 21:36:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê YSK'ê Sadi Guven, encama misoger a referandûmê aşkere kir. Serokê YSK'ê Sadi Guven, encama mîsoger a referandûmê aşkere kir. Li gor daxuyaniya Guven, di referandûmê de 48 milyon û 347 kesan deng avêt sindoqan. Rêjeya beşdarbûna referandûmê ji sedî 87.45 e, rêjeya dengên "Erê" ji sedî 51.41 e û rêjeya dengên "Na"yê jî ji sedî 48.59 e. Guven di daxuyaniyê de wiha got: Li derveyî welat li 57 welatan û 127 nûnertiyan û li nav welat dengdayîna gel çêbû. Ji dema bidawîbûna dengdayînê heta niha agahiyên encamên sindoqan, girtename û yên derveyî welat jî di nav de hemû bi riya SEÇSÎS'ê ji partiyên beşdarî hilbijartinê bûne û daxwaz kirina hatine şandin. Pisporên înformatîkê yên partiyan ji bo SEÇSÎS'Ê hatine vexwadin û ji bo wan şopandina encamên hilbijartinê hatiye peydekirin. Li nav welat rêjeya beşdarbûyîna dengdayînê ji sedî 87.45 e. DI dengdayîna gel de 48 milyon û 347 kesan deng bi kar aniye. Di referandûmê de 25.157.463 deng ji bo 'Erê', 23.779.141 deng jî ji bo 'Na'yê hatine bikaranîn. Rêjeya kesên deng dane 'Erê' ji sedî 51.41 û rêjeya kesên deng dane 'Na'yê jî ji sedî 48.59 e.