Li herêma Bestayê amadekariyên operasyonê 2017-04-27 21:45:16 ŞIRNEX - Li derdora gundê Biryan ê Şirnexê ku nêzîkê herêma Bestayê ye, liv û tevgera leşker û cerdevana xwe daye der. Li derdora gundê Bîryan ê Şirnexê tevgereke zêde ya leşker û cerdevanan heye. Li gorî çavkaniyên herêmî ji bo herêmên Xwara Serê, Çiyayê Fila û Girê Mizgeftê yên Bestayê amadehiyên operasyonê tên kirin.