EUTCC’ê xwest dawî li tecrîda li ser Ocalan bînin 2017-04-28 12:20:39 NAVENDA NÛÇEYAN – EUTCC`ê ji hemû saziyên rayedar ê Ewrropayê xwest ku dawî li tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bînin. Komîsyona Welatiyan a Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropayê (EUTCC), piştî hat li Tirkiye lêkolîn kir û vegeriya, der barê rewşa girtîgehên li Tirkiye û Îmraliyê de daxuyanî da. EUTCC'ê, ji hikûmetê û welatên ewropa xwest ku dawî li rewşa girtîbûnê ya wekîlên HDP’ê bîne. Heyeta EUTCC'ê ku ji endamên Parlamentoya Ewropa (PE), Konseya Ewropa (KE), akademîsyen, nûçegihanan pêk dihat di Sibatê de hatin Amed û Stenbolê. Heyetê xwestibû bi Ocalan re jî hevdîtinê bike, lê serlêdana wan hatibû redkirin. EUTCC'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku ji bo ku bi Ocalan ê 18 sal in li girava Imraliyê ji bo aştiyê xebatên girîng dike, hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê dan, lê daxwaza wan had redkirin. Heyetê da zanîn ku wan xwest bi Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş re jî hevdîtin bike, lê ev daxwaza wan jî hat redkirin. EUTCC'ê di berdewama daxuyaniyê de anî ziman ku piştî AKP’ê pêvajoya aştiyê têk bir di serî de li Amedê, li gelek bajarên Kurdistanê komkujî, zext, binpêkirinên mafan çêbûn û wiha got: "Şandeya EUTCC’ê tevlî rûniştiyên Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropa (MPKE) bûne, rapora xwe ya ku amade kirine dane endaman, bi Sekreterê Konseya Ewropayê re, bi Komîserê Mafê Mirovan û gelek endman re hevdîtin kirine. Di van hevdîtinan de peyama ‘’heta ku pirsa Kurd bi rêyên aştiyê çareser nebe demokrasiyê nayê Tirkiyê’’ hatiye dayîn. EUTCC’ê di daxuniya xwe de wiha got: "Biryara têkildarî rakirina destlênedanê ya li ser 55 wekîlan divê bi paş ve were standin. Divê wekîlên HDP’ê yên girtî demildest bên berdan. ‘DIVÊ TECRÎDA LI SER OCALAN RABE' EUTCC`ê bang kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan demildest rabe û wiha got: "CPT’ê gelek caran nêzîkatiyên dij mirovî û der qanûnî yên li Îmraliyê ya li ser Ocalan rapor kiriye." EUTCC`ê bang li CPT’ê kir ku li gorî xala 10.2 a Peymana Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê divê daxwaza bike ‘otorîteyên Tirk li gorî van pêşniyaran biçin’’ EUTCC`ê herî dawî bi bîra otorîteyên Ewropî xist biryara DMME`yê ya adara 2014’an ku Ocalan li derveyî efûyê dihêle, li dijî ‘’xala 3. a PMME ye.’’ EUTCC`ê bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa kir ku şopandina biryara DMME`ê ya têkildarî Ocalan were şopandin û xwest ku ev jî bikeve nav şertên bidawîbûna pêvajoya monîtorîngê.